Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya 'Tu jî darekî biçîne' 2022-04-05 15:05:06     AMED - Bi pêşengtiya Komeleya Ekolojiyê li Amedê ji bo meha nîsanê kampanyaya danîna şitlan hatibû destpêkirin. Xwendekarên MED-DER’ê jî piştgirî dan vê kampanyayê.    Komeleya Ekolojiyê ku xebatên xwe li Amedê didomîne, bi mebesta ku balê bikişînin ser şewatên di demsala havînê de ji hêla leşkeran ve li qadên daristanan tên derxistin, kampanyaya “Tu jî darekî biçîne/deyne, jiyanê şîn bike) dabûn destpêkirin. Kampanya dê di tevahiya nîsanê de berdewam bike.   Piştgiriya bi kampanyayê re jî her ku diçe zêdetir dibe. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî beşdarî kampanyayê bû. Xwendekarên biçûk ên MED-DER’ê bi danîna şitlan re beşdarî kampanyayê bûn.    Xwendekarên biçûk ên MED-DER’ê di çarçoveya kampanyayê de li Semta Demet Evler a Taxa Bagcilar a Rezan a Amedê şitil danîn. Xwendekaran ji ewil şitlên xwe danîn, piştre av dan û bi yek dengî dirûşma “Tu jî darekî biçîne/deyne, jiyanê şîn bike” berz kirin.     Piştî danîna şitlan, Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan got ku ew piştgiriyê didin kampanyaya Komeleya Ekolojiyê û wiha bang li gel kir: “Banga me ji bo gelê me ew e ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Wer in em bi hev re daran biçinînin û pêşeroja xwe şîn bikin.”