Welatiyan li dijî kana madenê rê girtin 2022-04-03 14:20:54     DÎLOK - Niştecihên li Taxa Altin Uzumê ya li quntarê Çiyayên Amanosê li dijî kanên madenê rê girtin û çalakî pêk anîn.    Niştecihên li Taxa Altin Uzumê ya li quntarê Çiyayên Amanosê ya Dîlokê li dijî kanên madenê rê girtin û çalakî pêk anîn. Fîrmaya CTC'ê ji 2015'an ve ye bi awayekî çalak dixebite û Tesîsa aîdî vê fîrmayê Tesîsa Şikandin Bêjandin û Kana Boksitê ya Îslahiyê zirareke mezin dide der û dorê. Welatiyan li dijî vê zirarê bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan diyar kirin ku tesîs bandoreke neyînî li xwezayê dike.    'Em kana madenê naxwazin'   Welatiyan diyar kirin ku ji ber tesîsê pençeşêr zêde bûye û ew kana madenê naxwazin. Welatiyan bertek nîşanî çêkirina kanên madenê yên li ser erdên cotkariyê dan. Çalakiya welatiyan didome.