Ji hêla HDK'ê ve ‘Konferansa Avhewayê’ tê lidarxistin 2022-03-30 14:27:52   STENBOL - Ji hêla Meclisa Ekolojiyê ya HDK’ê ve “Konferansa Avhewaya Gelan a Navnetewî” tê lidarxistin.    Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 3-5’ê hezîranê de “Konferansa Avhewaya Gelan a Navnetewî” dê li dar bixe. Meclisa Ekolojiyê beriya konferansê li Navenda Giştî ya HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, endamên HDK’ê û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.      Endamê Meclisa Ekolojiyê Cemîl Aksu diyar kir ku êdî vegera talankirina ekolojiyê nîne û encamên krîza avhewayê li tevahiya dinyayê wek şewatan û lehiyan tê dîtin. Cemîl anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo çend dewlemendan behiştê ava kiriye û ji bo hemû cûreyên zindaweran qiyametê aniye. Cemîl da zanîn ku hemû felaketên pêk tên di heman rêjeyê de tesîrê li ser her kesî nake û di encamên krîza avhewayê û talankirina ekolojiyê de newekhevî û bêedaletiya kurewî heye. Cemîl destnîşan kir ku pergala kapîtalîst berjwendiyên kapîtalîst diparêze û yên dibin sedema krîza ekolojîk dê ji bo gelan û xwezayê tu çareseriyê li pêş nexin. Cemîl got ew ê di 3-5’ê hezîranê de konferansa xwe li dar bixin û banga tevlibûnê kir.    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku ew kêfxweş in vê konferansê radigihînin û konferansa dê li dar bixin girîng e û ew her kesî vedixwînin konferansa xwe.    Endamê MYK’a HDP’ê Nacî Sonmez jî anî ziman ku konferansa dê bê lidarxistin girîng e û ew wek HDP’ê vê xebatê wek xebata xwe dibînin û xwedî lê derdikevin û banga tevlibûna konferansê kir.