Selva Ceylan: Çandin û gîhandina kulîlkan meriv mest dike 2022-03-01 09:02:47     Sema Çaglak   AMED - Selva Ceylan a ku bi salan e li mala xwe  kulîlkan diçîne dibêje: “Gîhandina kulîlkan gelek zehmet e lê keda ku merîv ji bo kulîlkan dide nawestîne û  meriv mest dike. Selwa ya ku li mala xwe kulîkan diçîne dibêje ger ku derfeta min hebe dixwazim ji bo hilberîna kulîlkan sera ava bikim.”   Tê zanîn ku têkiliya jin û xwezayê ji destpêka dîrokê ve gelek zêde ye û pîroz tê dîtin. Xwezayê ji jinê re malovanî kiriye û jinê jî bi ked û hunera xwe serpêhatiya mirovahiyê ye xemilandiye. Selva Ceylan jî ji van jinan yek e ku li Bîsmîla Amedê bi ked û hilbêrîna xwe dixwaze bîhna xwezayê bîne mala xwe. Selva bi salan e di hundirê hewş û mala xwe de kulîlkan diçîne û mezin dike. Selva odeyek ji bo kulîlkên xwe cuda kiriye û bi kedekê mezin wan digihîne.   ‘Ji deverên cuda tov û nebatan berhev dikim’   Selva diyar kir ku bal û eleqeya wê ya li hemberî kulîlkan ji zarokatiya wê de destpêkiriye û anî ziman ku ji bo kulîlkan ked û xwedîkirineke mezin pêwist e û wiha axivî: “Her ku tê bîra min kulîlkên min ên ku min diçandin û digîhandin hebûn. Ez tu carî bêyî kulîlkan nemame. Kengê diçim gel hevalek xwe an jî bajarek din, ji wir nebatek cuda û tovên cuda tînim. Her wiha ji gel kulîlkfiroşan jî distînim. Herwiha kesên ku dizanin ez ji kulîlkan hez dikim jî ji min re diyarî dikin. Dema ku em ji bo xwe baxçe jî datînin ez li wir jî kulîlkan diçînim. Gîhandina kulîlkan gelekzehmet e lê keda  ji bo wan merîv mest dike. Ez tim axa wan diguherînim. Divê meriv ji kulîlkan û taybetmendiyan wan fêm bike. Ez şitilên wan dixim guldankek din û wisa her cûreyê kulîlkan zêde dikim.”   ‘Ji bo kulîlkan tiştên xwezayî bi kar tînim’   Selva anî ziman ku ew hemû kulîlkên xwe bi navê wan dizane û wiha got: “ Heke em wan bêxwedî bihêlin ew ê biçilmisin. Li ku tov dibînim ji xwe re werdigirim û mezin dikim. tovên ku min çandiye hê nû bûye şitil lê her roj xizmetê jê re dikim. Her wiha ez ji bo kulîlkan gubre bikarnayînim. Ji bo axa wan tiştên xwezayî bi kar tînim. Wekî ava hêkên kelandî, ava kartolên kelandî an jî qalikên hêkan, dema çayê, qalikên kartol û pîvazan dixim nav axa wan ku ew jî ziblê xwezayî ye. Her wiha ez pelên wan dişom ku toz negirin.”   ‘Sebra min bi kulîlkan tê’   Selva di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bilî vê odeyê qadek din jî ji bo kulîlkên min hene. Ez wan li hewşê datînim, lê belê ji ber ku serma zêdebû min wan rakir ambarê. Pişti ku hewa germ bibe ez ê dîsa kulîlkên xwe derxînim derve . Sebra min bi wan tê. Ez ji ber çem kevir û şeytanokan jî kom dikim û wan dikim nava axa kulîlkên xwe. Dibe ku hezkirina min a ji bo kulîlkan ji malbatê tê. Bavê min jî wekî min ji kulîlkan hez dikir. Derdora min gava hezkirina min a ji kulîlkan dibînin dibêjin ji xwe re serayekê çêbike. Heke qadeke min hebûya min dixwest ji xwe re cihekî sera çêbikim û li wê kulîkên xwe biçînim.”