Li Şêrawa 1950 darên zeytûnê hatin birîn 2021-12-18 16:00:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Koma El Hamzat ên girêdayî dewleta Tirk hezar û 950 darên zeytûnê yên Şêrawê birî.   Komên girêdayî dewleta Tirk li gundên dagirkirî darên zeytûnan dibirin û wan êzingan li bazarên Tirkiyeyê difiroşin. Li gorî nûçeya ANF, çavkaniyên ji Şêrawa ragihand ku çeteyên El-Hemzat nêzî hezar û 950 darên zeytûnê yên 6 welatiyên gundê Kîmarê yê Şêrawayê birîne.