‘Nêçîrvantî ne werzîş e em ê rê nedin vê qetlîamê' 2021-12-09 11:05:25   Sema Çaglak   AMED - Ekolojîst Hatun Esen bertek nîşanê kuştina pezkoviyan a ji hêla nêçirvanan da û destnîşan kir ku nêçirvantî ne werzîş e, ew ê rê nedin vê qetlîamê.   Wezareta Çandinî û Daristanan piştî li Derêsimê ji bo neçîra peyzkoviyan îhale vekir, li Geliyê Înê yê di navbera gundê Sorek, Koterîç û Dirbanê yên navçeya Mazgêrt a Dersimê de, nêzî mehek e pezkovî tên kuştin. Kesên ji Meletî, Semsûr, Osmaniye, Xarpêt û Çewligê tên pezkoviyan dikujin. Herî dawî jî hatibû diyar kirin ku 22 kesên ji derveyî welêt hatine ji bo kuştina pezkoviyan hatine Dêrsîmê. Piştî vê yekê, Federosyona Komeleyên Dêrsimê(DEDEF) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinek kir û got ku ew kesên ji bo neçîra pezkoviyan hatine  li avahiya mamosteyan a navenda Dêrsîmê hatine bicîhkirin. Serokê Giştî yê DEDEF’ê Ozkan Tacar destnîşan kir ku îhale veşartî hatiye kirin.   Her wiha li ser vê rêxistnên sîvîl xwestibûn li ber avahiya mamosteyan a Dêrsîmê daxuyanîyek li dijî kuştina pezkoviyan bidin. Lê polîsan daxuyaniya wan asteng kir. Derbarê mijarê de bertekên welatiyan li dijî kuştina pezkoviyan didomin. Têkîldarî mijarê ekolojist Hatûn Esen axivî û destnîşan kir ku nêçirvantî ne werzîş e û di bin navê xwerzîşê de qetîlkirina ajalan nayê qebûl kirin.   ‘Her pezkoviyek û ajalekên din nirxê gel in’   Hatûn diyar kir ku pezkovî ji hêla gelên Dêrsîmê ve wek ajalên pîroz tên dîtin û destnîşan kir ku kuştina pezkoviyan a ji hêla nêçirvanan qetlîamek berbiçav e. Hatun, wiha axivî: “Ji destpêka dîrokê û heta niha di navbera ajal û mirovan de hevsengiyek heye. Ajalên kovî ku heta niha tu zirar nedane mirovan, çima niha wek xeter in tên dîtin. Bi taybetî jî pezkoviyên ku wekî nirxê pîroz  ê şêniyên Dêrsimê ne. Li gorî baweriya şêniyên Dêrsîmê kuştina pezkoviyan guneh tê dîtin û qetilkirina wan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo parastina pezkoviyan li gundê me û gundên din ji aliyê şêniyên herêmê ve nobet tê girtin û hestiyariyeke mezin heye ji bo ku pezkovî neyên qetilkirin.  Herwiha sala çûyî jî di bin navê nêçirvaniyê de hatibûn ku pezkoviyan bi belge û pere qetîl bikin. Lê gelê me bertekek mezin nîşan dabûn.”   ‘Dewlet qetlîyamên bi vî rengî rewa dike’   Hatûn anî ziman ku Wazereta Çandinî û Darîstanê bi helwesta xwe ji qetîlkirina pezkoviyan re rê vekiriye û wiha got: “Ev ne nêçirvanî ye, qirkirinek berbiçav e û dewlet vê qetlîamê rewa dixe. Me ji dîrokê ve heta niha jiyana xwezayî parastiye û em ê ji vir şûnde jî biparêzin. Kesên ku ji welatên derve tên û nêçirvaniyê dikin bila ji ser axa me biteriqin. Lê mixabin hin kesên ji herêma me jî bi rêya ku ji wan re nîşandidin dibin şirîkê vê qetlîamê. Ez bang li wan kesan jî dikim ku bila ji wê helwesta xwe ya dijbertiya xwezayê dûr bikevin. Çawa kesên ku ji bo neçîrê tên dikarin li avahiya mamosteyan bi cîh bikin. Ev di heman demê de ji bo avahiya mamosteyan jî helwestek neyînî ye. Divê ew kes li wê derê nehata hewandin. Şêniyên Dêrsîmê bertekên xwe yên li dijî vê qetlîamê nîşan didin lê rayedar rê ji qetlîamê re vedikin.”   ‘Qadên ji welatiyan re qedexe ji nêçirvanan re vekirî ne’   Hatun balê kişand ser texrîbatên ku li dijî xwezayê Dêrsîmê tê kirin û diyar kir ku rayedar li gorî berjewendiyên xwe xwezayê qîr dikin. Hatun wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li dijî xwezaya herêmê hertim pêşnimune tên amadekirin û ev pêşnûmejî li gorî berjewendiyan e. Di bin navê peyzaj û bajarvaniyê de xwezaya Dêrsîmê tê qirkirin. Wekî tê zanîn havînê jî gelek daristan hatin şewitandin û cureyên sewalan jî bi vê şewatê re hatin tundkirin.  Hin herêmên ku têketina wan ji welatiyan re qedexe ye ji neçîrvanan re ne qedexe ye. Şêniyên herêmê nikarin biçin malên xwe,gundên xwe lê bes ji bo nêçirvanên ku ajalan qetîl bikin her der vekirî ye û têketina wê serbest e.”   ‘Em ê rê nedin vê qetlîamê’   Hatun di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nêçirvantî ne werzîş e û wiha got: “Hêviya me ji rayedaran nema ye. Loma divê şêniyên herêmê rê nedin vê qetlîamê. Şêniyên herêmê ajalan û bi taybetî jî pezkoviyan pîroz dibînin û zirarê nadin wan. Lê belê ji bo ku pêşiya qetîlkirina ajalên kovî vekin, ji meclîsê pêşnûme tên derbaskirin. Heta ku ji destê me bê emê li dijî qetilkirina pezkoviyan û hemû ajalan têbikoşin.”