‘Sedema karasetên li welat projeyên rantê yên desthilatdariyê ne’ 2021-10-30 09:07:30   STENBOL - Mîmar û endezyaran polîtîka ekolojiyê ya hikûmetê rexnekirin û gotin erêkirina Peymana Parîsê samîmî nabînin û sedema karasetên li welat tên jiyîn projeyên rantê yên desthilatdariyê ne.   Ji ber polîtîkayên 19 salan ên desthilatdariyê li her çar alî welat, qadên sît, cihên dîrokî, daristan ji avahiyan re hatin vekirin û ji rantê re pêşkêşkirin. Di encama 19 salên ku jin, xweza û ked hat binpêkirin de, xwestin bi Heskîfê jî hişê dîrokî tune bikin, bi Çiyayên Kaz jî daristan ji sermayê re hatin pêşkêşkirin.  Desthilatdariyê îsal ji bo ekolojiyê pêngavek nû avêt û Peymana Avhewayê ya Parîsê erê kir.  Desthilatdariya ku peymana di 2016’an de îmze kir û 5 sal şûnde erê kir, ev pêngava wê rê li ber pirsnîşanan vekir.   Endama Şaxa Odeya Mîmaran a Stenbolê ya Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Kadriye Sezgîn û seroka Lijeyan Rêveberiya Şaxa Odeya Endezyarên Kîmyayê ya TMMOB’Ê ya Stenbolê Selîn Top der barê polîtîkayên hikûmetê de nirxandin kirin.   ‘Tirkiyeyê di alî ekolojîk de peyman erê nekir’   Kadriye Sezgîn daxuyakirin ku li Tirkiyeyê hestiyariya hikûmetê ya li dijî avhewayê tune û got hikûmetê 5 sal şûnde peyman erê kiriye û sedema vê jî ev e ku fonê fê deyê bigire. Kadriyeyê ev tişt di berdewamiyê de anî ziman: “Erêkirina Peymana Parîsê û pêkanîn ji bo cîhanê gelek girîng e. Hêviya me heye ku bi fêde be. Lê Tirkiyeyê di alî ekolojîk de ev pêk neaniye. Dema nêz de lîmîtên ku karbon emîsyon yên welatan dane derket du katî. Ji ber vê jî ev tê wateya ku guherîna avhewayê wê bil ez pêk bê. Di 2030’an de wê lîmît zêde bibin û germahî wê di ser du dereceyî de zêde bibe.” Kadiyeyê daxuyakirin ku derdê Tirkiyeyê ne parastina derdor û xwezayê ye û çavkaniyên heyî jî wekê ku qet naqedin tên bikaranîn û divê ev nêrîn teqez biguhere.   ‘Em newekheviyê pir zelal dijîn’   Kadriyeyê bi lêv kir ku biryarên di encamnameya Komxebata Jinan a 7’emîn a TMMOB’ê de hatiye girtin gelek girîng in û wiha dirêjî dayê: “Di civakê de rola jinê girîng e lê der barê cihê wê de nîqaş hene. Di komên pîşeyî di civak û malbatê de em newekheviyê pir zelal dijîn. Hêvîdarim yên di encamnameyê de hatine weşandin derbasî biryarên hiqîqî jî bibin. Gotinên zayendperest yên deshtilatdariyê jî bandorek mezin li ser destkeftiyên jinan û civakê dike. Hewldana jinan a di çareseriyên ekolojîk û pirsgirêkên civakî de gelek girîng e.”   ‘Ji bo fonê peyman erê kirin?’   Selîn Top jî daxuyakirin ku ew di mijara êrêkirina Peymana Parîsê de di samimiyeta AKP’ê de bi teredutin û wiha dirêjî dayê: “Krîza avhewayê bandor li her çare alî Tirkiyeyê kir. Li aliyekî lehî, li aliyekî  jî şewat. Ji ber plansazî û bajarvaniya xerab ya rantê esas digire ev karaset pêk hatin. Ji ber vê jî mijara nîqaşê ye ku gelo peyman ji bo pêşî li van bigirin, wê pêk were. Me wek TMMOB di serî de li dijî Kanal Stenbol û hemû talanan dengê xwe bilind kir. Projeyên tên çêkirin jî li dijî rêgezên mîmarî, bajarvanî, endezyariyê ye. Li herêma Behrareş li gelek deveran berxwedan didome û desthilatdarî bi israr li herêmê projeyên xwe dimeşîne. Sedema karasetên îsal hatine jiyîn ev proje ne.”   ‘Talana xwezayî ya Kurdistanê nekirin rojevê’   Selînê her wiha balkişand ser talan xwezaya li bajarên kurd û wiha pê de çû: “Di alî bertekên gel de jî gelek qels ma.  Qanûnên der barê sewalan de tên derxistin. Bi van qanûnan pesnên xwe didin. Qanûn mafê sewalan naparêze, berovajî vê sewalan li baxçeyê sewalan heps dikin û desthilatdarî bi van qanûnan pesnê xwe dide. Divê tekoşîna jin, kes, ekolojîk û LGBTÎ bibe yek.”