Beyza Ustun: Tirkiye wê veguhere sergoyê nukleerê 2021-10-22 09:04:48     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Dema ku Peymana Avhewayê ya Parîsê dihat erêkirin, li meclîsê du sererastkirin derbas bûn û Prof Dr. Beyza Ustun balkişand ser û bi lêv kir ku sererastkirinên mijara gotinê ne, wê pêşiya îhtîhalat, îhracat  û hilberîna ji nûve veke. Beyzayê hişyariya wê Tirkiye veguhere sergoyê nuklerê kir.   Peymana Avhewayê ya Parîsê ji aliyê gelek welatan ve hatiye erêkirin û di 1’ê cotmehê de serokomar Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de, diyar kir ku Tirkiye peymanê erê dike.  Piştî vê pêşnûmeya ‘Kanûna Derbarê Erêkirina Peymana Parîsê de’ şandin meclîsê. Di çarçoveya vê pêngava ku pisporên avhewa û parêzvanên jiyanê daxwaz kirin de pêşnûme bi daxwaza parlamenterên muxalefetê, şandin Komîsyona Derdorê ya Meclîsê.   Piştî hevdîtinên di Komîsyonê de pêşnûme, pêşkêşî Komîsyona Karê Derve ya Meclîsê hat kirin. Pêşnûme bi yek dengî hat qebûlkirin û di 6’ê cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin. Di lijneya giştî de polîtîkayên desthilatdariyê yên dibin sedema hilweşîna ekolojîk hat rexne kirin û pêşnûme ji dengdanê re hat pêşkêşkirin. Peymana Avhewaya Parîsê bi dengên 353 parlamenterî hat qebûlkirin.   Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê mijarê de nirxandin kir. Beyzayê îmzekirina peymanê a Tirkiyeyê wek "operasyona nêrîna kapîtalîzm cara duyem bikaranîn" nirxand û got: “Armanca Tirkiyeyê ev e ku di bin navê hilberandina enerjiya ku zirara wê ji xwezayê re tune, ji fona navneteweyî fêdeyê bigire. Piştî peyman hat îmzekirin du roj şûnde di 7’ê cotmehê de sererastkirin ji meclîsê derbas bû û du xalên girîng yên pêşiya îthalat, îhracat û jinûve hilberandina bermahiyên nuklere dike, hene. Bi vî awayî Tirkiye dibe namzetê depoya bermahiyên nuklerê ya Ewropa û Asya Dûr.”   ‘Armanca Tirkiyeyê ev e ku ji fonan fêdeyê bigire’   Beyzayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku sedema avêtina îmzeyê ya Tirkiyeyê eve ku ji fonan fêdeyê bigire û ev tişt daxuyand: “Tirkiye dixwaze di lîsteya yekem de cih bigire, di navbera welatan de li pêş be, ji fonan fêdeyê bigire. Erdogan ewil ji rayagiştî re got wê peymanê îmze bikin. Piştre rayeya parlamenter ji dewrê derxist, pêşkêşî meclîsê kir, erê kir.”   ‘Tirkiye wê bibe depoya bermahiyan’   Beyzayê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Îtîrazên li dijî Santralên Nukllera Akkuyu, piştî çêbûna îhala santralê av bû. Piştî çêkirina îhaleyê wê Tirkiye bibe depoya bermahiyên nuklerê. Desthilatdariyê gelek sererastkirin kir.  Di rêziknameya ÇED’ê de, îbareyên wekê ku pêşî li depoyên bermahiyan ya di bin golan û mêrgan de tên çêkirin, zêde kir.”   ‘Girtina bermahî, firotin û ji nûve hilberandin qanûniye’   Beyzayê her wiha bi lêv kir ku bi du sererastkirinên ji meclîsê derbas bûne ji derveyê welat, îthalkirina bermahiyan, îhracatkirin û ji nûve hilberandin, bûye qanûnî û bi vê re jî Tirkiye bûye namzetê qada bermahiya nuklerê ya Tirkiyeyê.   ‘Jiyana zindiyan di xetereyê de ye’   Beyzayê balkişand ser bandora van bermahiyan ya li ser jiyana zindiyan û wiha bi lêv kir: “bi îmzekirina peymanê re bi îdiaya ‘dikarin bên nûkirin’, ‘bê bandore’ wê pêşiya hilberînê bê vekirin. Em vîrajeke pir bi xeter digirin. Ji ber ku axa me 20 sale ji ber hewldanên kapîtalîzmê di bin avê de ye. Wek daristan, qadên çandinî, behr û golan, Heskîf û Sûrê, hewl tê dayîn hiş bê tunekirin. Li daristanan ji bo madenên kana keviran qad hatiye vekirin. Sermaye bi lez û bez bi piştgiriya desthilatdariyê qadên jiyanê desteser dike. Desthilatdarî bi peyamana hatiye îmzekirin jî operasyoneke nêrîn ê ya duyem dişîne.”