Li Cudiyê dîsa şewat derket 2021-09-08 16:02:17     ŞIRNEX - Li heremên Geliyê Toz û Çala Nîriya yên Çiyayê Cudî şewat derket.    Li heremên Geliyê Toz û Çala Nîriya yê Çiyayê Cudî ya Şirnexê şewat derket. Ligorî agahiyên ku ji çavkaniyên heremê hatin girtin şewat ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin.    Şewata ku li du cihên cuda derketiye mudaxdle lê nayê kirin û şewat her ku diçe mezin dibe.