Agirê bi daristanên Şemzînanê ketiye belav dibe 2021-09-02 15:04:33     COLEMÊRG-Do agir bi qadên bajarokê Begirdiyê û Kuçeya Yeni yên daristanê yên Şemzînanê ket. Bi ba re agir belav bû. Serê sibehê ekîbên agirkujê mudaxale kirin.    Do agir bi qadên bajarokê Begirdiyê û Kuçeya Yeni yên daristanê yên Şemzînanê ket. Sedema agirê bi ba re belav bû nehat zanîn. Do di saetên nîvro de agir bi du noktayên cuda ket.    Ekîb serê sibehê hatin qada agir pê ket   Ji ber agir heta niha bi hezaran donimên li qadê, bûn xwelî. Ekîbên girêdayî Muduriyeta Daristanê yên serê sibehê sewqî herêmê hatin kirn bi alîkariya gundiyan mudaxaleyî agir kirin.    Gundiyan bang kirin ku ji jor de mudaxaleyî agirê bi daristanan ketiye bê kirin. Xebatên ji bo vemirandina agir didomin.