Şewata li Dêrsimê didome: Şer erdnîgariya me tune dike 2021-09-01 09:04:33   Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Li Dêrsîmê ji ber operasyonên leşkerî agirê ku bi daristanê ket du hefteye didome û gelek qad tune bûn. Jinên çûn herêma şewat lê heye û tevlî xebatan bûn wiha gotin: “Li welat bi salane şer didome û erdnîgariya me tune dibe. Em ê destûrê nedin vê yekê.”   Şewata li bejahiya navçeya Hozatê ya Dêrsîmê dest pê kir û li gundê girêdayê Pilûrê belav bû didome û di 29’ê Tebaxê de li Çemê Roj ê Geliyê Pulemûrê, roja berê jî li Çemê Firtina Velî ya Geliyê Munzurê şewatê dest pê kir.  Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, ji ber rayedar mudaxale nakin şewat li gelek cihî belav bûye. Hat hînbûn ku agir li Uzunmeşe a Hozatê pêş ketiye û ber bi Pilûrê ve diçe. Dûmana ji herêmê radibe jî ji navenda bajar tê dîtin.    Li Çemê Roj mudaxaleyê şewatê nayê kirin   Welatî û ekîbên îtfayeyê ya Şaredariya Dêrsîmê mudaxaleyê şewata daristana li Geliyê Munzurê kirin û çar roje, tu mudaxale li şewata ku li Çemê Roj didome nehatiye kirin.  Li aliyê din jî welatiyên mudaxaleyê şewata li herêmê kirin dîmen kişandin û di dîmenan de tê dîtin ku pezkoviyên nav şewatê de mane direvin.  Jinên ji xebatên temirandina şewatê re pêşengiyê dikin, li dijî şewatan banga hestiyariyê kirin.   ‘Daristan ji aliyê dewletê ve tên şewitandin’   Yek ji jinên ku ji bo temirandina şewatê çû herêmê Aygul Aras bû. Aygulê ya li Elmanyayê dijîn, bi mêvanî hatiye Dêrsîmê û tevlî xebatên temirandina agir bû. Aygulê wiha got: “Kezeba me dişewite. Erdnîgariya me bi salane dişewite. Zindî tên qetilkirin. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ji bo daristanên dişewitin li mirovên sûcdar digerin lê li vir tevî tê zanîn kî dişewitîne jî kes deng nake. Armanc li holê ye. Dixwazin daristanên me bişewitînin. Bi zanebûn agir bi daristanan dixin. Dixwazin gel ji axa wan dûr bikin. Divê em hestiyar bin û bi hev re têbikoşin. Banga me ji bo her kesî ye.”   ‘Mudaxaleyê şewatê nakin’   Leyla Polat jî berteka xwe bi gotinên ‘daristan bi zanebûn tê şewitandin’ anî ziman û wiha dirêjî dayê: “Erdnîgariya me bi salane ji ber şer tê şewitandin. Li bajarên rojava ji bo rantê li vir jî ji bo şer tên şewitandin. Em niha li herêma şewatê ne. Ji bilî ekîba dildar kes tune ye mudaxale bike. Nahêlin gel jî mudaxale bike. Cihê şewat lê ye, gund lê ne. Mirov sewalkariyê dikin. Sewal di nav şewatê de dimînin. Em naxwazin erdnîgariya me bibe çol. Divê her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Ez jî ji herêmê venaqetim. Heta dawî li vir im.”   ‘Pîroziyên me tên şewitandin’   Gulseren Tutmez jî wiha bertek nîşan da: “Ev hovîtî, zilm û êş e. Ez zindiyên ku dişewitin di dilê xwe de hîs dikim. Qêrîna wan xwe berdide dilê min. Bi salane erdnîgariya me ji ber şer tê şewitandin. Pêşeroja me tê reşkirin. Xweza ji bo me pîroz e. Pîroziyên me tên şewtitandin. Divê em hestiyariyê zêde bikin. Heta agir netemire ez ê têkoşînê bidomînim.”