Li Bedlîs û Çewlîgê jî agir bi daristanan ket 2021-08-30 15:05:33     BEDLÎS/ÇEWLÎG - Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê û li çoltera navçeya Korxola Çewlîgê agir bi daristanan ket.    Agirê ku di encama operasyonan de li bejahiya navçeya Xozadê ya Dêrsimê dest pê kir û li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû. Ji ber nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan  hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir. Her wiha li Bedlîs û Çewlîgê jî agir bi daristanan ket.    Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê agir bi daristanê ket. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku sedemê şewata ku di saetên serê sibê de derket ne diyar e. Çavkaniyan, da zanîn ku tîmên agirkujiyê yên Miduriyeta Daristanê mudaxaleyî şewatê dikin lê ji ber rê di bin daristanê de derbas dibe mudaxaleyeke bi bandor nayê kirin û şewat her ku diçe belav dibe.    Şewata li Korxol dewam dike   Hat îdîakirin ku li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê, duh ji ber xeta voltaja bilind, agir bi daristanê ketiye û ji ber bayê agir li herêmê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber rêyek nêzî nuqteya ku şewat lê çêbûye tune ye, mudaxeleya ji bejahiyê ve pir zor û zehmet dibe. Li herêma daristanî, her ku diçe dûman bilind dibin.