Li Dêrsimê piştî 13 rojan dest bi vemirandina agir kirin 2021-08-29 12:40:29     DERSIM/ŞIRNEX - Walîtiya Dersimê, daxuyakirin ku wan ji hewayê de, mudaxeleyî agirê bi daristana ku 13 roj in li çoltera navçeya Pulurê ketiye, kirine.    Agirê ku di encama operasyona leşkerî ya 17’ê Tebaxê de, bi daristan goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê ket û belavî gundên Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê bû 13 rojin dewam dike. Welatiyên agir vemirînin, her tim ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.   Walîtiya Dersimê, di daxuyaniya xwe ya îro da de, diyar kir ku wan bi 2 helîkopteran ji hewayê de, mudaxileyî agirê belav dibe kirine.   Heyet derket rê   Herwiha Di pêşengiya Hêzên Demokrasî û Kedê de di nav wan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz  û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî heye ji bo ku biçin herêma agir pê hatiye xistin ji Dêrsimê derketin rê.    Li Bestayê cara duyem şewat derket   Li herêma Bestayê ya Şirnexê vê sibehê li qada Qurta Xanê şewat derket. Bi hinceta ''ewlehiyê'' leşkerên Tirk nahêlin ku gel agirê bi qadê ketiye vemirînin.   Li Bestayê li bejahiya gundê Mêhrîna beriya bi 5 rojan helîkoptêrên leşkerî yên tirk şewat derxistibûn. Hat diyarkirin ku şewata hatiye derxistin hîna jî didome.