‘Jîngeha zindîwaran a Çemê Sarimê bi HES'ê tê tunekirin’ 2021-08-27 09:01:36     Sema Çaglak - Rozerîn Gultekîn    ÇEWLÎG - Gundiyên Rîzê bertek nîşanî projeya HES'ê dan û gotin: "Tenê dixwazin hemû cihan bixin beton û çol lê xweza jî ji bo mirovan bingeha jiyanê ye. Jiyaneke bi beton naxwazin."   Çemê Sarimê, yek ji çemekê herî girîng a herêmê ye û girêdayî navçeya Darahînê ya Çewlîgê ye. Çemê Sarimê ji zinarên bilind ên gundê Rîzê yê Darahînê diherike xwe digihîne sînorên Amed, Mûş û Êlihê. Çemê Sarimê di nava geliyan de derbas dibe û xwe digihîne Geliyê Godernê û ji wir jî diherike Çemê Dîclê û ber bi Çemê Firatê re diherike. Çemê Sarimê bi floraya xwe ya nebatî tê nas kirin û ji 100 jortir gund li dora çem hene. Bi dewlemendiya xwezayê xwe û bereketa axa xwe ji bo niştecihên wê derê re dibe çavkaniya debarê.   Xwedî dîrokek kevnar: Gundê Rîz   Rawestgeha me li gundê Rîzê ku li kêleka Çemê Sarimê cih digire ye. Gundê Rîz ji aliyê çiyayan ve hatiye dorpêçkirin û xwedî dîrokek kevnar e. Gundê Rîz hertim bi wêrankirin û şewitandinê re rûbirû maye. Polîtîkayên dewletê yên şerê taybet wekî li her deverên Kurdîstanê xwe ji Gundê Rîz jî bêpar nehiştiye. Gundê Rîz, cara ewil di sala 1915’an de di wextê qirkirina Ermenan de hat valakirin. Di sala 1925’an de di wextê Serhildana Şex Seîd de cara duyemîn hat valakirin û şewitandin. Herî dawî di sala 1993’yan de ji ber polîtîkayên dewletê Rîz carek din hat valakirin û şewitandin. Nîha jî dixwazin bi projeya Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ev gundê kevnar û wek bihuşta xwezayê wêran bikin. Eger ku ev proje were xelaskirin wê ji Çewlîgê heta Amedê bi dehan gund di bin avê de bimînin.   Li dijî HES'ê kampanyaya îmzeyê   Tevî van yekan Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, di rojên borî de li dijî projeya HES a ku tê xwestin li Çemê Sarimê bê çêkirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Her wiha şêniyên li dora Çemê Sarimê dijîn jî li dijî projeya HES’ê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Gundiyên Rîzê di derheqê projeyê de nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.   ‘Em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne’   Salîha Menteş diyar kir ku cih û warê wan bi xweza û xaka xwe ve xweş e û wiha axivî: “Em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne. Baxçeyên me li vir gelek in. Her wiha heywanên me jî hene. Em debara xwe bi wan dikin. Gundê me gelek texrîbat û wêraniyê dîtiye. Lê belê me hertim bi keda destê xwe vî gundê li ser piya hişt. Em dixwazin ava gundê bi xwezayî biherike. Bê av tu tiştek namîne. Heke ew proje çêbe dê gundê me dîsa xirab bikin. Me heya niha jixwe ji destê dewletê têra xwe kişandiye. Kengê xirab kirin me dîsa ji nûve gundê xwe ava kir. Em ê nehêlin dîsa gundê me vala bikin.”   ‘Jîngeha mirov û zindîwaran tê tune kirin’   Guler Turhalli jî da zanîn ku nêzî 10 sal in li ser Çemê Sarimê li ser projeya HES tê sekinandin û tê nîqaş kirin û got: “Heke projeya HES bê çêkirin em hemû şêniyên gund jê bandor dibin. Lê em nizanin kengê wê çêbikin û kengê biqedînin. Çiqas cih û kes jê bandor bibin û her wiha dê çi encam derkeve. Lê em dizanin ku projeyên HES ji bo jiyana mirovan û qadên xwezayê tiştekî bi xeter e. Ji ber ku jîngeha mirov û zindîwaran tune dike. Ne tenê em, di heman demê de hemû cûreyên heywanên di nav wê xwezayê de wê zirar bibînin. Ji ber ku em dizanin ku zirararek mezin wê bide me û xwezayê me, em hemû li dijî derdikevin. Em dixwazin jiyana me ya xwezayî wisa berdewam bike. Lê heke bi wan projeyan xweza û gundê me di bin avê de bihêlin, wê çaxê qedera gundê me yê wêrankirinê berdewam dike.”     ‘Av tunebe jiyan jî tuneye'    Guler destnîşan kir ku ji bo bidestxistina rantê cihên xwezayî tune dikin û wiha pêdê çû: “Lê bi wê projeyê ne tenê Rîz, di heman demê de hemû çem wê were tune kirin. Çemê Sarimê cihekî staratejîk e. Ji ber ku di sînorên bajarên Mûş, Amed û Êlîhê de cih digire. Bi projeyên HES cihên xwezayî dixin çol û beton. Heke av tune be jiyan jî namîne. Jixwe gundê me gelek caran sirgûn, koçberî û wêrankirinê dîtiye. Gava ku HES tê çêkirin ekosîstem bi tevahî jê bandor dibe. Ji ber ku hem çerxa jiyana mirovan hem jî çerxa jiyana ajalan bandor dibe. Jixwe hişkesalî heye. Wê sîstema avhewayê jî xirab bibe. Tenê dixwazin hemû cihan bixin beton û çol lê xweza jî ji bo mirovan bingeha jiyanê ye.”   ‘Em jiyanek bi betonan naxwazin’   Azîze Menteş jî anî ziman ku Çemê Sarimê ji bo wan çavkaniya jiyanê ye û diyar kir ku bi wê projeye dixwazin gundiyan mexdûr bikin. Azîze destnîşan kir ku wan jiyanek bi beton û çol naxwazin û wiha bi lêv kir: "Çemê Sarimê ji ber gundê me derbas dibe û ji bo me wek çavkaniyek e. Em ji wir masiyan digirin, zarokên li çem avjeniyê dikin. Cihê me hemû şînahiye û gelek cûreyên çivik û nebatan hene. Çima cihekî wisa ji bo rantê didin şîrketan? Em jiyanek bi betonan naxwazin. Li vir baxçeyên me hene, hemû cûreyên sebze û fêkiyan li vir digihêjin. Her hêlekê de darên fêkî û sebzeyan hene. Heke ew projeye çêkin hemû gundiyan mexdûr dikin. Em naxwazin mexdûr bibin. Li vir cihên dîrokî û çandî gelek e. Ava vê dere hem paqij û hem jî gelek baê dikşîne. Em naxwazin mafê xwe ya jiyanek bi xwezayî bidin destê şîrketan. Ev cih û warê me ye û em ê ji vir neçin. Gelek şêniyên vê dere ji ber gundan şewitandin û wêran kirin, koçber bibûn. Me gelek zehmetî dît û em naxwazin êdî heman tiştan dîsa dubare bijîn.”   ‘Em naxwazin ji bo ku bêrikên mutehîtan tijî be xwezayê me tune bikin’   Herî dawî jî Zubeyde Turhalli axivî û destnîşan kir ku jiyana mirov û ajalan nayê fikirandin, tenê berjewendî û bidestxistina rant tê fikirandin. Zubeyde, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Derdê wan ne xweza û mirov in. Tenê ji bo berjewendî û rantên xwe xwezayê qîr dikin. Em naxwazin ji bo ku bêrikên mutehîtan tijî be xwezayê me tune bikin. Heta ku çi ji destê me hat em ê bikin û nehêlin ku jiyana me ya vir xelas bikin. Bapîr û kalen me li vir bi kedekî mezin gundên me ava kirin û em jî dê mîrateya wan xwedî derbikevin. Xweza her tişt e. Berê de hatina me ya vê gundê ji ber gûzan bû. Darên gûzê li vir gelek hebûn, me wan gûzan kom dikir û debara xwe bi wê şiklî çêdikir. Lê wextê ku gund hate vala kirin gundê me şewitandin û darên vê dere jî telef bûn. Niha tenê darên biçûk maye lê belê em dîsa li hemûyan xwedî derdikevin û xwezayê xwe diparêzin.”