Li herêma Bestayê şewat derket 2021-08-26 14:52:27     ŞIRNEX - Di encama bombebaranê de li gundê Mêhrîna ya bi ser herêma Bestayê ve şewat derket.   Li gundê Mêhrîna ya ku dikeve herêma Bestayê şewat derket. Agahiyên ku ji hêla çavkaniyên herêmê ve hatine parvekirin hate ragihandin ku şewat di encama bombebarana balafirên leşkerî de derketiye. Şewata ku duh bi şev dest pê kir belav dibe. Hat zanîn ku ji ber herêm qedexe ye kes nikare mudaxileyî agir bike.