Li daristana Xozatê agir belav dibe 2021-08-26 14:24:42     DERSIM - Li navçeya Xozatê, agirê bi daristanê ket 10 rojin dewam dike û destûr nayê dayîn kes mudaxile bike. Walîtî jî bi hinceta “çûnehatin tune ye” mudaxele nake.    Agirê bi operasyona leşkerî re li gundikê Koçerî, Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê bi daristanê ket û duh belavî gundê Ûzûnçeşme bû, 10 rojin dewam dike. Agirê ku bi tu awayî mudaxile lê nayê kirin, bi dehan hektar erd kir xwelî. Hat diyarkirin ku welatiyên xwestin agir vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.   Walîtiya Dersimê jî di daxuyaniya nivîskî ya weşand de, îdîa kir ku ji ber “çûnehatina li herêmê tune ye” mudaxileyî agir nakin.