Agir bi daristana Dêrsimê ket 2021-07-31 15:56:46   DERSIM - Bi gulebarandina ji helîkopterê agir bi daristana li navçeya Xozatê ket. Her wiha welatiyên xwestin agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.    Li gundên Derekoy û Gedîkler ên girêdayî navçeya Hozatê ya Dersimê, duh nîvro agir bi daristanê ket. Agirê mudaxale lê nehat kirin ji duh ve dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, duh nîvro di encama gulebarandina helîkopterê de, agir bi daristanê ket. Hat diyarkirin ku welatiyên xwestin agir vemirînin, ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “herêma ewlekariya teyabet e” tên astengkirin.    Şewata ku piştî operasyona leşkerî rû da, her ku diçe belav dibe.