Li Xarpêtê 170 donim erd şewitî 2021-07-21 15:49:02   XARPÊT - Agir bi Çiyayê Mastar ê Xarpêtê ket û 170 donim erd ji ber agir xesar dît.   Agirê ku duh li Çiyayê Mastar ê li gundê Koçkale yê girêdayî navenda Xarpêtê ketibû, berdewam dike. Agirê ku duh piştî 3 saet xebata Miduriyeta Herêmê yê Daristanê û Miduriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Xarpêtê hatibû kontrolkirin, bi ba re careke din dest pê kir.  Sedema agir nayê zanîn. Her wiha ji aliyê Miduriyeta Agirkujiyê, Miduriyeta Herêmê ya Daristanê û Walîtiya Xarpêtê ve tekildarî şewatê tu daxuyanî nehat dayîn.