Yekîtiya Ewropa çêkirina berhemên plastîk yên yek carî qedexe kir 2021-07-03 11:53:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ewropa çêkirina berhemên plastîk yên yek carî qedexe kir.   Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (NY) di çarçoveya têkoşîna bi qirêjkirina jîngehê re, hilberandina berhemên plastîk yên yek carî bi temamî qedexe kir. Li gorî qanûna ku hatiye derxistin, wê heya 2025’an derbasê berhemên ku sedî sed lêvegera wê hebin, bibin.   NY, di çarçoveya têkoşîna qirêjkirina jîngehê re, çêkirina berhemên plastîk ên yek carî qedexe kir. Di nava berhemên qedexekirî de çetel, kefçik, kîs û darikên plastîk ku 10 berhem di nava xwede digire, ji îro û pêve qedexe dibe.   Komîsyona YE, biryara qedexekirina berhemên plastîk ên yek carî ku lêvegera wan ne mûmkîne, îro dixe meriyetê. Heya sala 2015’an wê sedî sed derbasê hilberandina madeyên ku dikarin bên vegerandin ango bikaranîn bibin.