Li Farqînê agirê bi daristanê ket bi bayê re belav bû 2021-07-02 08:55:02     AMED - Li çiyayê Hecî Çerkez ê li navçeya Farqînê agirê bi daristanê ket û agir ji ber bayê belav dibe.    Li çiyayê Hecî Çerkez ê li gundê Mala Hirmo yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve, îro danê êvarî agir bi daristanê ket. Ji ber ba, agir berbelav dibe. Gundiyên li herêmê ragihandin ku heta niha tîmên agirkuj mudaxileyî şewatê nekirine û gundî bi derfetên xwe yên kêm hewl didin agir vemirînin.   Her ku diçe agir berbelav dibe.    Havînên salên bihurî jî li vê herêmê gelek caran agir bi daristanan ketibû.