Şewata li daristanê Bedlîsê derketî 5 roj in didome 2021-06-17 12:18:29     BEDLÎS - Şewata ku di dema operasyona leşkerî de, di 12’ê hezîranê de li Bedlîs’ê derket 5 roj in bênavber didome û destûr nayê dayîn kes mudaxale bike.   Şewata daristanê ya ku di encama bombebaranê de, li gundê Hor ê girêdayî navçeya navendî ya Bedlîsê derket, ji 12’yê hezîranê ve didome. Walîtiya Bedlîsê di 12’yê hezîranê de ji bo 35 gund û gundikan qedexeya derketina derve ragihandibû. Ligel ku qedexe di 14’ê hezîranê de bi dawî bû jî, şewata ku li herêmê derket, belav dibe.     Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatin bidestxistin, ligel ku şewata li heremê belav dibe jî, destûr nayê dayîn ku kes mudaxaleyê şewatê bike.