Li ser welatiyên bertek nîşanî kana kevir dan gule hatin reşandin 2021-05-27 13:49:28     WAN - Çêkirina kana keviran a li Kuçeya Şexanê ya Payizavayê li ser bertekan welatiyan hatibû sekinandin. Leşker û cerdevanan li ser welatiyên bertek nîşanî kana kevir dan gule reşandin.   Çêkirina kana keviran a li Kuçeya Şexanê ya Payizavayê li ser bertekan welatiyan hatibû sekinandin. Ji bo li Kuçeya Şexanê kana mermer bê çêkirin îhale hat derxistin. Do di saetên şev de firmaya muteahit, leşker û cerdevan bi makîneyên kar ketin kuçeyê. Piştre bi makîneyên kar 40 axurên welatiyan ên wê dewsa wê kana mermerê bê çêkirin hatin hilweşandin. Li ser vê yekê welatiyan bertek nîşand dan û leşker û cerdevanan li dora wesayetên kar nobet girtin.    Gule reşandin   Welatiyan diyar kirin ku ew nahêlin li kuçeya wan kana mermer bê çêkirin û meş li dar xistin. Leşker û cerdevan ji bo welatî belav bibin gule bi ser wan de reşandin. 4 welatî jî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.    Piştî şermezarkirinê leşker, cerdevan û nûnerên fîrmayê ji kuçeyê veqetiyan.    Li hêviya piştevaniyê ne   Welatiyên agahî dan ajansa me wiha gotin:"Em debara xwe tenê bi xwedîkirina ajalan dikin. Ger kana keviran bikeve faaliyetê wê sewalkarî jî bi dawî bibe. Em dixwazin raya giştî piştgiriyê bidin me."    Cihê tê xwestin kana kevir bê lê çêkirin    Li kuçeya ku 500 kes lê rûdinê û wê kana kevir bê lê çêkirin gelek mal jî di xetereyê de ye ku li dewsa wan kana kevir bê çêkirin.