Agirê bi herêma Dêrsim û Gabarê ket, dewam dike 2021-05-24 11:13:18   ŞIRNEX DÊRSIM -  Agirê ku duh bi çoltera gundê Deşta Lela ya li quntara Çiyayê Gabarê ket her ku diçe gur dibe. Ji ber şewatê heta niha zêdetirê 20 hezar donim baxçe, zevî û dar şewitîn. Her wiha agirê li herêma Dêrsimê ketiye jî didome.   Agirê ku duh bi çoltera gundê Deşta Lela ya li quntara Çiyayê Gabarê ket hîn dewam dike. Agirê bi herêmê ket hîn didome.    Li gor agahiyên ji gundiyan hatin girtin 20 hezar donim zêdetir baxçe, zevî û dar şewitîn. Agirê ku berdewam dike ji aliyê rayedaran ve nayê vemirandin. Gundiyên heremê bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.   Agirê li Dêrsimê didome   Agir bi Navçeya Xozatê ya Dêrsimê ket û herêm bi pêketina agir dîsa ket rojevê.    Piştî operasyonên leşkerî yên 9'ê Gulanê agir bi hinek herêmên Dêrsimê ket û agirê bi herêman ket hîn venemiriye. Muduriyeta Giştî ya Daristanê her çiqas got nûçe 'bêsel in' û her çiqas Walîtiya Dêrsimê di daxuyaniya 13'ê Gulanê de anîbe ziman agir bi herêmê neketiye jî ajansa me dîmenê agirê bi herêmê ketiye, kişand.    Agirê bi herêmê ketiye her ku diçe belav dibe.