Fosîla Qepûşkê ya aidî 60 mîlyon sal berê hat dîtin 2021-05-22 15:44:31   MERSÎN - Li Taxa Aslankoyê ya bilindahiya wê 1500 a Navçeya navendî ya bi navê Toroslar a girêdayî Mersînê fosîla Qepûşkê hat dîtin û tê texmînkirin ku fosîl aidî dema Paleocenê ye.   Li Taxa Aslankoyê ya bilindahiya wê 1500 a Navçeya navendê ya Toroslarê ya girêdayî Mersînê ya 60 kîlometre dûrî navenda bajêr fosîla Qepûşkê hat dîtin. Fosîl ji aliyê Suleyman Uygun ê dema bi duçerxa xwe rêwîtî dikir, hat dît. Suleyman fosîl bexşî Muzeya Zindewarên Behrê ya ji hêla Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Mersînê ve hatibû vekirin, kir.   Ji hêla Muzeyê ve lêkolînên di derbarê fosîlê de hat kirin, hat zanîn ku fosîl aidî Qeqûşkekê ya 60 mîlyon sal berê di dema Paleocenê jiyayî ye.