'Bi şewitandina daristanan polîtîkaya bêmirov hiştinê tê meşandin' 2021-05-18 09:06:21     Gulîstan Azak   DÊRSIM - Endama Lijneya Rêveberiya MÇD’ê Sevîl Dogan da zanîn ku şewatên daristanan yek ji parçeyê "polîtîka bê mirovhiştinê" ya li herêmê tê meşandinê ye û got ew daristanan ji dewletê diparêzin û banga îstîfayê li rayedaran kir.   Li herêmên Koçerî, Derekoy, Amutkaya ya girêdayê Hozat a Dêrsîmê di 9’ê gulanê de operasyonên leşkerî hat destpêkirin û piştî vê şewata hat destpêkirin didome. Ji bo temirandina şewatê tu mudaxale nehat kirin û bertekên li dijî vê roj bi roj didomin. Derbarê mijdarê de Midûriyeta Giştî ya Daristanê daxuyanî da û îdia kir ku rastiya nûçeyan tune. Walîtiya Dêrsîmê jî di 13’yê gulanê de daxuyanî da û her çiqas bêje şewata daristanan tune jî, li herêmê 9 roj in şewat didome. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Munzurê (MÇD) Sevîl Dogan derbarê şewatan de nirxandin kir.   ‘Polîtîkaya bêmirov hiştinê ye’   Sevîlê bertek nîşan da û got şewat di encama operasyonên leşkerî de destpê kiriye û armanc jî ev e ku herêmê bê mirov bihêlin û wiha got: “Yên li herêmê dijîn û serdestê erdnîgariyê ne dizanin ku şewata daristanan ne mijara îro ye. Êrîşên li hember Dêrsîmê, çiya, ax û mirovên wê xwe dispêre salên 1937-38’an. Yek ji parçeyê polîtîka bêmirovhiştinê bêguman şewatên daristanane. Di 1994’an de valakirina gundan, ambargoya xurekê û koçberkirinê hatin jiyîn û îro jî cihê xwe ji herêmên qedexe yên leşkerî re hiştine. Çavkaniya gundên herêmê zozanin. Ev welatî sewalkariyê dikin û çavkaniya wan eve. Ev bûyerên ku pêk tên bêguman ne tesadufî ne. Ev polîtîka bê mirov hiştinê ya dewletê ye.”   ‘Divê demildest îstîfa bikin’   Sevîlê sedemên ku mudaxaleyê şewata nayê kirin jî wiha rêz kir: “Bihêlin mudaxalekirin, divê hebûna şewatê qebûl nekin. Me saziyên herêmê û şexsan bang li rayedaran kir. Lê daxuyaniyên ji bo bangan hat kirin wiha bû ‘nûçeyên bêbingehin.’ Me Komeleya Hawirdorê ya Mûnzurê ji ser Twîtterê hstaga ‘#DersimYanıyorSesVer’ banga xwedî derketinê kir.”   ‘Temaşekirina wan nayê qebûlkirin’   Sevîlê bi lêv kir ku ji ber vê banga li ser Twîtterê Midûriyeta Giştî ya Daristanê daxuyaniya "ev ne raste propagandaya reşkirinê ye" kiriye û hewldan ku piştevaniyê vala derxînin. Sevîl wiha berdewam kir: “Di parvekirinên çapemenî û medyaya civakî de derdikeve holê ku şewat ji 9’ê gulanê de didome. Em tiştekî ku tunebe îdia nakin. Temaşekirina rayedaran jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev sûc e û divê demildest îstîfa bikin.”   ‘Qada jiyana sewalan belav dikin’   Sevîl, da zanîn ku zindî bi tunebûnê re hatine rû hev û wiha bi lêv kir: "Xweza û daristan ji jiyana zindiyan re malovaniyê dikin. Em dixwazin dest nedin xwezayê. Ne tenê daristan jiyan jî tên şewitandin. Jiyana biyaniye.  Gelek zindî bi tunebûnê re hatine rû hev. Em dixwazin ku gel li dijî her cureyê êrîşa li hember jiyana biyanî, xweza û daristanê bi rêxistin bin û sekna xwe nîşan bidin. Bi vê zilmê hewl didin gel û xwezayê têk bibin. Yekane rê eve ku divê em sekna bi rêxistin nîşan bidin. Em gelê Dêrsîmê her tim li dijî dewletê daristanên xwe diparêzin.”   ‘Dest ji şewitandina daristanan berdin’   Sevîlê di dawiyê de ev bang kir: “Divê demildest dest ji şewitandina daristanan berdin. Ev rastiyeke ku ji gel nayê veşartinê ye. Her çiqas hûn serê wê veşêrin jî ev rastiyeke. Em bang li Midûriyeta Karê Daristanê dikin ku peywira xwe bînin cih.”