Berxwedana gelê Îkîzdereyê: Leşker sewqî herêmê dikin 2021-05-17 14:57:59   RÎZE - Ji bo çûyîna gelê Îkizdereyê ya, rêya newala kana kevîr tê xwestîn lê bê çêkirin asteng bikin, gelek leşker û TOMA sewqî heremê kirin.     Nobeta welatiyan a li navçeya Îkîzdereya Rîzeyê ya li dijî kana keviran a Cengîz Înşaat dixwaze çêbike, ket roja 27’an. Piştî qedexeya çalakiyan a Walitiya Rîzeyê, di demên serê sibehê de gelek leşker û TOMA sewqî heremê kirin.  Leşkeran bi hemû rêyên diçin newalê, rêka rêwiyan jî girtin. Welatiyan jî, diyar kirin ku ji bo nehêlin kana keviran li newalê bê çêkirin bi biryar in û ber bi newalê ve bi rê ketin.