Dêrsim li gel zextan xweşkahiya xwe ya xwezayî diparêze 2021-05-16 09:04:11   Gulîstan Azak   DÊRSIM - Bajarê Dêrsimê ku bi xwezaya xwe yek ji bajarên balkêş ê Kurdistanê ye, di vê demsalê de dest bi pêşwazîkirina geştiyarên xwecihî û biyanî dike. Bajarê Dêrsimê ku li gel hemû êrîşan xwe diparêze bi xweşikbûna xwe balê dikişîne.    Dêrsim, di warê olî, civakî-polîtîk, dîrokî û erdnîgariyê de bajarekî Kurdistanê yê xwedî nasnameyeke xweser e. Dêrsim a ku bi her awayî xwezaya wê pîroz tê dîtin û divê bê parastin e. Dêrsim îro bi têkoşîna li dijî êrîşên li ser nirxên wê yên pîroz û erdnîgariya wê ku tên kirin di rojevê de ye.  Dêrsim li gel germa havînê yek ji bajarên herêmê di demsala havînê de hînik e. Mexwest ku Dêrsima di vê demsalê de mêvanên xwe pêşwazî dike û bi bi erdnîgariya xwe ya bedew tê nasîn hinekî din jî bi we bidin naskirin.       Geliyê Munzurê   Geliyê Dêrsimê ku di navbera Dêrsim û navçeya wê Pilurê de cih digire, bi cureyên giyayên lê şîn tê û bi cureyên zêde ê ajalên lê tê naskirin.  Dêrsim ji meha Heîzranê de dest bi pêşwazîkirina geştiyaran dike û heta meha îlonê berdewam dike. Ji bo çûna Geliyê Munzurê ku li navçeya Pilûrê dikev wesayit ji nava bajêr radibin û diçin li gelî rêwiyan datînin. Geliyê ku durahiya wî 70 kîlo metre ye dema ku hûn bixwazin bi wesayita xwe biçinê, divê hûn tabelayên li ser rêya Pilûrê bişopînin. Lê ji bo ku hûn bikevin "Parka Milî ya li Geliyê Munzurê"  divê hûn heqê derbasbûnê din û wiha bikevin vê qada xwezayî.    Çaviyên Munzurê   Çaviyên Munzurê ku 64 kîlometre dûrî bajêr in, bi ava xwe ya  ku kefa spî dide û ji quntarên Çiyayê Munzurê diherike çavê mirov ji nêrtina wê têr nabin. Çaviyên ku ji ava ji binê erdê derdikeve vediguhere şilavên biçûk û xweşkahiya heyî zêde dikin. Lê ez pêşniyar dikim ku dema hûn çûn dîtina Çaviyên Munzurê divê bêyî ku hûn Masiyê Deqsor bixwin venegerin. Ji bo ku hûn biçin Çaviyên Munzurê jî wesayitên li navçeya Pilûrê digerin hene û dikarin we bibin li wê daynin.     Çemê Mircana   Aliyekî Çemê Mircana di nava sînorê Geliyê Munzurê de dimîne. Aliyê gelî yê bakur ji bo meşê guncav e û aliyê başûr jî ji bo seyranê guncav e. Çemê Mercana ji navenda Dêrsimê bi 63 kîlometreyan dur e û rêwîtiya ji bo ku mirov biçiyê jî saetekê didome.