Mirina masiyan bû sedema fikaran 2021-04-25 09:01:36     Sema Çaglak    AMED - Polîtîkayên dewletê, bêtedbiriya dezgehên fermî û xemsariya welatiyan dibin sedema tunekirina xwezayê. Çemê Dîcleyê jî wek ji van e ku ji ber bendav, çop û bermahiyan taybetmendiya xwe winda dike. Masiyên ku derketin rûyê avê bû fikara gundiyên Yiwacixa Çinara Amedê.    Çemê Dîcleyê rûbarekî mezin ê yek ji du çemen herî mezin ên herêm, Mezopotamya û Rojhîlata Navîn e. Lê ji ber polîtîkayên dewletan çem xweşiktiya xwe windadike. Bendav, çop, bermahiyên fabrîqeyan dibin sedema taxrîqkirina çemê Dîcleyê. Li gundê Yiwacix a girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê, masiyên ku derketin rûyê avê gundiyan xist nav fikaran.    Çemê Dîcleyê çavkaniya xwe ji herêmê digire. Dirêjahiya çemê Dîcleyê hezar û 900 km ye. Dîcle, robarê Dîcleyê, çemê Dîcleyê yan jî Ava Mezin, robarekî mezin ê tejaneya Kendava Farsê ye. Dîcle, li Xarpê dest pê dike, ji Amed, Cizîra Botan, Mûsil û Bexda re derbas dibe. Li bajarê Elqurneyê ligel çemê din ê mezin Firatê re dibe yek. Nêzîkî bajarên Besraya Îraqê, Abadana Îranê re xwe dighîne bakurê Kuweytê û herî dawiyê jî diherike Kendava Farsê.   Di serdema kevn de ereban ji çemê Dîcleyê re Dîjla, faris û kurdan Tîgra, rûsan Tîr û yewnaniyan jî Tîgrîs gotine. Îro jî hemû ewropî ji çemê Dîcleyê re Tigris dibêjin. Koka gotinê yek e lêbelê her gelî li gor zimanê xwe bilêv kiriye.    Li ser Çemê Dicleyê gelek bendav hatin çêkirin. Li Iraqê bendava Kut, Samarra û Dokanê hatin çêkirin. Li herêmê jî nêzîkî serçaviya Dîcleyê li rojava û rojhilatê bajarê Pîranê du bendav hatin çêkirin. Bendava sêyem li nêzîkê şaroçka Egilê bi navê Furkaşo (Devegeçidi) hat çêkirin. Ya çaran jî li ser çemê Batmanê Bendava Batmanê hat çêkirin. Li Heskîfê nêzîkî Kerboranê jî bendava Germavê (Ilısu) hat çêkirin. Bendava Cizîrê di navbera sêgoşeyê Bakur, Başûrê Mezin û Başûrê Biçûk de ye.    Derdora Çemê Dicleyê bi hatina biharê re dixemile. Bi şînatiya xwe û kulîlkên xwe yên rengîn mirovan sermest dike. Her wiha taybetmediyek din a çem hebû ku gelek cureyên masiyan li vir hebûn. Piştî çêkirina bendavan, nêçîrvaniya bêwext, derxistina xîz, avêtina çopan a derdarora çem, avêtina bermahiyên fabrîqa û nexweşxaneyan, cureyên wan masiyan roj bi roj kêm kir.   Çêkirina bendavan bandorê li avhewayê kir. Qirêjkirina derdorê bû sedema texrîpkirina xwezayê û avêtina bermahiyan a çem jî bû sedema tunebûna her cureyên masiyan. Çend roj beriya niha li gundê Yiwacix a girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê, masiyên ku derketin rûyê avê gundiyan xist nava fikaran. Nehat zanîn ku sedema wê yekê çi ye. Polîtîkayên dewletê, bê tedbîriya dezgehên femî û xemsariya welatiyan dibe sedema têkçûna çemê Dîcleyê.