'Axa Kurdistanê bi zanebûn tê texrîbkirin' 2021-04-22 09:04:40   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li gundên Qilebanê bendavên ku hatine çêkirin jiyana gundiyan zahmet kirine û zeviyên wan dibinê avaê de hiştine. Ji gundiyan Behiye Ozer a ku bertek nîşan da diyar kir ku gundê wan carekê ji ber cerdevaniyê û carekê jî ber bendavan hatiye valakirin. Behiye diyar kir ku axa Kurdistanê bi zanebûn tê texrîbkirin.     Saziya Karên Avê ya Dewletê(DSÎ), ji  2009'an heta niha di navbera geliyê Şirnex û Colemêrgê bi giştî 11 bendav çêkirine.  Ji ber bendavên ku li gundan hatine çêkirin, ekolojiyê zerarek mezin dîtiye. Li van herêmên ku bi sewalkariyê debar tê kirin û cur bi cûr ajalên dirinde li wan hene bi sedan dar hatine birîn û her wiha gelek zevî jî êdî nikarin bên çandin. Ji ber bendavên ku her ji 10 kîlometreyan yek hatiye çêkirin, robar jî bi zuhabûnê re rû bi rû man. Ev rewş herî zêde bandorê li gundiyên herêmê ku debara xwe bi çandiniyê dikin dike. Li gelek gundan ji ber ku rê di bin avê de man rêyên gundan hatin guhertin û dirêjkirin û vê jî jiyana gundiyên li herêmê zahmetktir kiriye. Li cihên ku bendav li wan hatine çêkirin kolandin hîna jî berdewam e Bi dehan kepçe çiya dikolin û ji ber vê jî bi sedan dar hatine birîn. Herwiha ji ber bendavan hin zeviyên gundiyan jî li aliyê din ê bendavê mane û rêya wan a dirêj bûye ku ev jî karê gundiyan zahmet dike.   Yek ji van gundên ku bendav lê  hatiye çêkirin jî Gundê Ziravgê ye ku  piştî bendav hat çêkirin piraniya gund di bin avê de maye û gelek dar jî hatine birîn. Bendava ku hatiye çêkirin jî ji ber ku derz li dîwarên wê ketiye û av di van derzan re diavêje û.av ji qeraxên bendavê tê. Bendava derizandî jiyana şêniyên li herêm dike xeterê.    'Jiyana me di xeterê de ye'    Behiye Ozer ya li herêmê, anî ziman ku bi çêkirina bendavan jiyan û erdnîgariya wan hatiye tunekirin û wiha got: "Berê rê ji gundê me derbas dibû. Lê ji ber bendavê rêya vir hat girtin û rêyek nû hat vekirin. Ji ber rê hat girtin erdên me li aliyê din ê bendavê ma. Em ji rêya dinê diçin û ew jî rêya me dûr dike.  Heta ku em diçin nav erdên xwe û tên saetek derbas dibe. Niha bendava Înceler a derz lê ketiye jiyana me hemûyan kiriye bin xeterê. Dibêjin bendava vê derê dê di meha Mijdarê de ava wê berdin.  Em bi tirsa ger ku bendav hilweşe di bin avê de bibînin dijî. Gundê me di salên 90'î de ji ber cerdevananiyê hatibû valakirin û di 98'an de careke din ji ber bendavê hat valakirin. Salên 90'î ji ber cerdewaniyê niha jî bi bendavan dixwazin gundên me tune bikin. Axa Kurdistanê bi zanebûn tê texrîbkirin. Ji ber van bendavan em di nav fikaran de ne. "   'Qadên me yên jiyanê hatine tunekirin'   Herwiha tenê ne ji ber bendavên hatine çêkirin ji ber ocaxên maden û xîzê ku li herêm tên çêkirin jî jiyana şêniyên li herêm di xeterê de ye.  Li heremê ji ber deremêtin ku di dema çêkirin bendav û ocaxên madenê de hatin teqandin dema baran dibare hezaz çêdibe.  Ji van gundên ku hezaz li wan çêdibe yek jî gundê Nêrwehe ji ber barana zêde barî di sala 2019'an de hezaz lê pêk hatiye. Di encama hezazê de ji 6 malan zêdetir di bin axa şemitye de mane.   Jina ku nexwest navê  wê bê diyarkirin bertek nîşanî bendavên hatine çêkirin da û ev tişt got: "Jiyana me di bin xeterê de ye. Di dema çêkirina bendavan de  li vir deremêt dihatin teqandin. Ji ber vê yekê dema baran dibare hezaz çêdibe. Jiyana me li vir di bin xeterê de ye. Jiyana me di her aliyî de hat astengkirin. Qadên me yên jiyanê hatine tunekirin. Berê em ji vir di demeke kurt de dikaribûn biçin nav erdên xwe. Lê niha rêya me girtine û rê dirêj kirine. Heta ku em diçin gelek dem derbas dibe. Têkiliya me bi gundên dinê re qût kirine."