KESK’ê bal kişand ser Çemê Nerduşê: Dixwazin xwezayê tune bikin 2021-04-17 15:33:06   ŞIRNEX - Platforma Şaxên KESK'ê ya li Şirnexê got ku ji ber kanên komirê, komir diherike çemê Nerduşê, ji ber vê yekê çem qirêj dibe. Platformê banga dawîkirina kanên komirê kir.     Platforma Şaxên Konfederayona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Şirnexê, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser Çemê Nerduşê û got ku ji ber kanên komirê çem qirêj dibe. Di daxuyaniye de hat diyarkirin ku bi salan in, kanên komirê ji aliyê şîrketên herêmî ve tên xebitandin lê belê ji bo herêmê tu fêdeya wê tune ye.    ‘Dixwazin xwezaya Şirnexê tune bikin’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karkerên kana komirê bi salan in di şert û mercên nebaş û nexweş de dixebitin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tê xwestin xwezaya Şirnexê tune bikin û wiha berdewam kir: “Di bin navê ewlehîyê de qereqol tên avakirin û bi hezaran hektar daristan hat wêrankirin. Bi hezaran nebat û cureyên ajalan ên ku bi tunebûnê rû bi rû mane, ji vê talanê bi bandor dibin. Li quntarê Çiyayê Cudî êdî hatiye wê astê ku nema baxçevanî, cotkarî, ajalvanî û koçerî bê kirin. Bila neyê jibîrkirin ku berê li navçeya me ya Silopîyê santrala termîkê hate damezrandin. Ji ber vê yekê cîhên me yên cotkarîyê ziwa bûn,  nema ajalkarî tê kirin, temenê pêketina nexweşiya pençeşêrê daketiye bîstan. Hejmara jinên zarokên wan ji ber wan diçe û mirina zarok û dayikan jî zêde bûye. Çemê Nerduşê biranîna zarokatiya me hemûyan ava dike. Qada gel a şahî û seyranê ya giştî ye. Ji gundên derdorê re ava vexwarinê peyda dike û gundên ser rê ji bo armancên avdaniyê bi kar tînin. Xwiya dike ku ger mudexale neyê kirin, wê bibe sedema hilweşînek ekolojîk a pir giran.   ‘Em ê têkoşînê bidomînin’   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin gelê me her tim jiyanek bi tenduristî û azad bijî. Me her tim li hemberî yên ku jiyana gel xesp dikin û yên ku jiyana gel talan dikin têkoşîn kir û em ê têbikoşin. Em ê her tim li hemberî polîtîkayên talankirina jiyanê, li jiyanêk bi rûmet bigerin.  Heta Çemê Nerduşê azad biherike û Cudî ji talankeran bê xilaskirin em ê li berxwe bidin.”