Darek erxewanê ya 128 salî tê xwestin, were birîn 2021-04-14 13:34:01     STENBOL - Li Vîşnezadeyê dara erxewanê ya 128 salî bi biryara Komîsyona Mîrata Xwezayî ve tê xwestin ku ji koke rakin û tûne bikin.   Li Taxa Vîşnezadeyê ya navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê dara erxewanê ya 128 salî ya li Stenbolê yek ji darên herî kevnar tê hesibandin, bi biryara Komîsyona Mîrata Xwezayî tê xwestin ku ji kokê bê rakirin û bê tunekirin. Komîsyona Mîrata Xwezayî biryar da ku “Dara erxewanê ne xwediyê taybetmendiyê ye,  dibe sedema xeterê û ji ber vê yekê di rakirina wê de ji herêmê re zirarek tune ye. Li şûna dara erxewanê wê du şitlên daran bên çandin.”   Êkîbên Şaredariya Beşîktaşê ji bo ku darê ji kokê rakin hatin taxê, lê şênîyên taxê bertek nîşan dan. Êkîba şaredariyê ji ber bertekên şênîyan qad terikandin. Hemwelatiyek ev bûyer li ser malpera xwe ya civakî parve kir û bertekên hemwelatiyan zêde bûn. Hat zanîn ku biryara Muduriyeta Hawirdorê ya Parêzgehê heye û heta ev biryar neyê rakirin dara erxewanê di talûkeyê de ye.