Di nava 14 salan de 43 milyon hektar qada daristanî tune bû 2021-01-14 11:30:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, bêdarhiştina cîhanê her roja ku derbas dibe zêde bûne. Tenê 14 salên dawiyê qadeke daristanî ya bi qasî Iraqê tune bûye.   Li gorî rapora Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF), talankirina qadên daristanî yên ji ber mirovan, dewam dike. Di raporê de hate ragihandin ku di navbera salên 2004 û 2017'an de 14 salan qadeke ji 43 milyon hektarî ya daristanê tune bû. Ev jî tê wê wateyê ku bi qasî temamiya xaka Iraqê qadeke daristanî tune bû.   Dîrektora Giştî ya WWF'ê Vêronique Andrieux ji radyoya Europe 1 re axivî û diyar kir ku di nava 14 salên dawî de talankirin û wêrankirina daristanan di 'asta alarmê' de bû. Li gorî daneyên ku Vêronîque parve kir, qadên daristanî yên Amazon û Cerrado yên li Başûrê Emerîkayê, qada Kongo ya li Efrîkayê, nîvgiravên Borneo û Sûmatra yên li Başûrrojhilatê Asyayê û daristanên li derdora Çemê Mekongê ku ji Çîn, Vîetname û Taylandê derbas dibe, di nava metirsiyeke mezin de ne.   Li gorî WFF'ê, gefa herî mezin a li ser Amazonan û gelek qadên daristanî yên cîhanê, karên çandiniyê ye ku her sal zêde dibe. Ya sereke jî hilberandina soya ye ku ji bo sewalkariyê tê bikaranîn. Ji bo vê jî qadên daristanî tên tunekirin û ji çandiniyê re tên amadekirin.   Çêkirina rê, binesazî, pîşesaziya daristanê û karê çandiniyê yên li Efrîkayê çend ji sedemên bingehîn ên talankirina daristanan e.   Li gorî Dîrektora WWF'ê eger dawî li talankirina daristanan neyê anîn, Covîd-19 wê nebe şewba dawî ya li cîhanê û wê gelek şewbên din gefê li mirovahiyê bixwin.