‘Ne xebata peyzajê, polîtîka tunekirinê ye’ 2020-09-26 09:03:29   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama DAD’ê Sarigul Goze daxuyakirin ku xebata peyzajê ya li Çavînên Munzurê hatine destpêkirin zirarê didin zindî û peresgehên pîroz yên baweriya Elewiyan û got nasnameya mirovan pê didin jibîrkirin û got ev parçeyek polîtîka tunekirinê ye.   Li Çavînên Munzurê yên navçeya Pilûr a Dêrsîmê di bi navê ‘sererastkirina hawirdorê de’ bi maşîneyên kar dest bi xebatê kirin û bertekên li dijî vê didomin. Endama Lijneya Rêve beriya Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Sarigul Goze da zanîn ku xebatên peyzajê polîtîkayek asîmîlasyonê ya li hember baweriya Elewiyane.   ‘Em rêzdariyê dixwazin’   Sarigulê destnîşan kir ku perestger ji bo Elewiyan cihên girîngin û got divê li hember van qadan rêzdarî bê nîşandan û got: “Elewî ji qadên jiyana xwe berpirs û xwedî mafin. Em jî welatîne, em jî bacê didin, mafên me jî hene. Em dixwazin li hember perestgehên me rêzdar bin.”   ‘Zirarê didin zindiyan’   Sarigulê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo Elewiyan, nebat, sewal û mirov jî têde hemû zindî bi nirxin û Çemê Munzurê di baweriya Xizir de pîroz tê dîtin û bizinên çiyê yên bi navê Male Xizir jî ji Mûnzûrê avê vedixwin. Sarigulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji baweriya kesî re tiştek nabêjin bila kes jî nebêjin. Mînak Heskîf jî ji bo me girîng bû. Li Dêrsîmê jî bendav çêkirin. Zirar dan zindiyan. Nebatên endemîk ji bo me gelek girîngin. Zindî pirsin. Lê zindî zindî şewitandin. Zirara li hember zindiyan bûye polîtîka dewletê. Kurd û Elewiyan tune dihesibînin. Em her me bacê didin, divê rêzdar bin. Êrîşa li hember kurdên Sakaryayê û êrîşên li hember Çavînan wekhev e.”   ‘Polîtîka tunekirinê ye’   Sarigulê wiha berdewam kir: “Li dijî van pêkanînan bêdengî hebe wê hîn bêtir xerab bibe. Divê Elewî xwedî li pîrozhiyên xwe derkevin. Xebatên peyzajê di esasê de berdewama polîtîka tunekirinê ye. Dixwazin ku mirov nasnameya xwe jibîr bikin. Ev jî parçeyeke polîtîka tunekirinê ye.”