Li şewata Çiyayê Gabarê venamirînin 2020-09-21 16:02:46   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê şewat her ku diçe belav dibe û tu kes venamirîne.    Şewata ku hefteyek berê li Çiyayê Gabarê nêzî bajarokê Dergûlê yê Şirnexê bi daristanê ketibû û pişt re belavî çoltara gundên Zîvîngû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka bûbû, didome. Şewat îro jî ber bi çoltara bajarokê Findikê û gundê Zivingû yê girêdayî navenda Şirnexê ve belav bû. Hat diyarkirin ku şewata li gundê Bêsûkê ji hêla welatiyên gund ve hatiye vemirandin, lê di encama şewatê de bi dehan dar û daristan şewitine.    Her wiha li herêmên ku şewat li wan rûdaye, liv û tevgera hewayî jî heye.