Şewata Çiyayê Gabarê 4 roj in berdewam dike 2020-09-17 13:57:12   ŞIRNEX - Şewata li Çiyayê Gabarê  4 roj in berdewam dike û destûr nayê dayîn ku gundî biçin şewatê vemirînin.    Li Çiyayê Gabarê yê li hember bajaroka Dergulê ya Şirnexê, şewata ku di 14'ê Îlonê de derket ev 4 roj in berdewam dike. Hat zanîn ku şewat gihiştiye gundên Dêrşew, Qernê, Bîrava, Basiret û Êrê û şewat hîn berdewam dike.    Hat diyar kirin ku 4 roj in şewata li Çiyayê Gabarê derketiye mudaxele nayê kirin û leşker destûrê nadin ku gundî biçin şewatê vemirînin.