Ekolojîstan ji Çiyayê Cûdî bang kirin: Deng bidin talana ekolojiye 2020-09-14 15:31:01   ŞIRNEX - Ekolojîstan li dijî şewata li Çiyayê Cûdiyê ku 3 meh in bê navber berdewam dike bang kirin û xwestin ku tu kes li dijî talana ekolojiyê bêdeng nemîne.    Di pêşengiya Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK)  û Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan de, bi tevlibûna Komeleya Hawîrdorê ya Munzurê, Meclisa Bila Ava Munzûrê Azad Biherike, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê, li dijî şewata ku 3 meh e li Çiyayê Cûdî berdewam dike li kuntarê Çiyayê Cûdî daxuyaniyek dan.    Şêniyên Şirnexê,  Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Şaxên KESK'ê ya Şirnexê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan jî tevli daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Asrin Keleş ve xwend.    Asrin, ani ziman ku li herema Şirnexê demek dirêje û bi taybetî jî ji meha Hezîranê vir de ekolojî tê talan kirin û wiha got: "Demek dirêje bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Ev bûye wek parçeyek polîtîqayê. Êrişên li dijî daristanan heta qadên jiyanê yên gel hatine. Bi taybetî jî rayedarên ku ji şewatê agahdarin tu tiştî nakin. Rayedarên ku tu gavê navêjin ji gel re dibêjin 'me meşgul nekin'. Ji ber vê jî gel bi derfetên xwe şewatê vedimirîne. Rayedar, wêneyên kesên ku şewatê vedimirînin dikişînin."    'Santralên termîkê zirarê didin xwezayê'   Asrin,  diyar kir ku vîna gel tune tê hesibandin û cihê ku xwe nagihînin dişewitînin. Asrinê wiha berdewam kir: "Darên dibirin nayê zanîn dibin ku derê. Gel  ji ber santralên ku tên çêkirin bêzar bûne.  Sntralhewayê qirêj dikin, darên wan zuha dibin, fêkiyên wan dirizin û ax bê kalîte bûye. Ji ber santralan berhem nayên girtin. Ev rewş jî qadên jiyanê tune dike. Li Silopiyê piştî ku santralên termîkê hatin avakirin şûnde mirina jin û zarokan zêde bûye, hejmara nexweşiya penceşêrê daketiye temenê 20 salî.  Her wiha tê gotin ku li heremê dê santralek dinê jî bê ava kirin.”   'Şerê rantê heye'   Asrin, wiha berdewam kir: “Li Şirnexê bi awayek ciddî plan tên kirin û talana ekolojiye tê kirin. Her çiqas şewata li Şirnexê polîtîk be jî şerê rantê wekî li her derê li Şirnexê jî heye û ev şer gihîştiye rewşa xeterê ya jiyanê.”   Di daxûyaniyê de ji rayedaran re ev pirs hatin pirsîn:   "*Darên ku tên birîn û li tiran tên barkirin dibin ku derê?   *Midûriyeta Daristanê ku derfetên wan hene çima wan derfetan ji bo Şirnexê bi kar naynin?   *Çima Midûriyeta Daristanê ji bo şewata daristanê bersiva me meşgul nekin daye? Ger ku ne peywira wan be, peywira saziyê çi ye?   *Ji xeynî santrala termîkê ya li Silopiyê tê gotin ku dê santralek nû jî bê çêkirin. Dê ev li ku derê bê çêkirin? Santralên termîkê yên ku li Silopiyê hatin çêkirin, daristanên ku hatin şewitandin amadekariya santralekî nûy e?”   'ji bo me peywir e'   Asrin, bang li hemû sazî û dezgehan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Şirnexê şewata ku dertê mirovan difetisîne û talana ekolojiyê bandorê li me hemûyan  dike. Peywira hemû kesan e ku xwedî li Şirnexê derbikevin. Em bang dikin û dibêjin werin em bi hev re têbikoşin.”   Daxûyanî, bi dirûşmên “Xweza jiyane, jiyanê tune nekin” û “Cudî dîroke, dîrokê neşewitînin" bi dawî bû.