Jinên Şirnexî: Dar û daristan ji me re nehiştin 2020-09-13 09:01:28   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Bertekên li dijî şewata Çiyayê Cudî bênavber berdewam dikin. Jinên herema Botanê, bertek nîşanê şewata daristanan ya tê derxistin dan û wiha gotin: “Çiyayê Cudî dergûşa mirovahiyê ye. Divê em xwedî Çiyayê Cudî derbikevin. Dar û daristan ji me re nehiştin.”   Piştî demsala havînê tê şewata daristanan a li herêmê dest pê dike. Ev şewat gelek caran bi destên hêzên dewletê pêk tê û ji bo ku hêsantir operasonên xwe rêve bibin agir bera daristanan didin. Şêniyên li derdorê ku dixwazin şewata daristanan vemirînin jî ji aliyê heman hêzan ve tên astengkirin. Li Çiyayê Cûdî jî bi mehan e ku şewat bi zanebûn tê derxistin û destûr nayê dayîn ku bê vemirandin.  Jinên herema Botanê têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşandan.     Besna Kabul, anî ziman ku ew naxwazin çiya û daristanên wan bên şewitandin û wiha got: “Nahêlin ku em biçin şewatê vemirînin. Hemû erd, baxçe, dar û zeviyên me tên şewitandin. Çiyayê Cûdî ji bo me kezebe em pê bîhnê digirin. Cudî çiyayê miradan e. Cudî ji bo me ne bi tenê çiya ye, ji bo me dergûşa mirovahiyê û dîrok e. Mal û ajalên me li derdora vî çiyayî ne. Em naxwazin bê cih û war bimînin. Bila şewata li Çiyayê Cudî demildest bê vemirandin.”   ‘Bila destên xwe ji xwezaya me vekişînin’   Taybet Tatli jî bi lêv kir ku Çiyayê Cudî bi nav û deng e û wiha bertek nîşan da: “Di daristanên me de hem qereqol çêkirin û hem jî daristanên me dişewitînin. Em naxwazin daristan û dilê me bişewitînin. Di wan daristanan de ajalên kovî hene û li derdorê jî mal û mirov hene. Bax û baxceyên gundiyan hene û hemû yan dişewitînin. Em naxwazin bên şewitandin. Li welatên dinê kesên ku daristanan dişewitînin tên cezakirin. Li welatê me jî kesên daristanan dişewitînin tên xelatkirin. Çi ji daristanên me dixwazin? Dewlet hatiye Cudiyê qir dike. Çi ji daran dixwazin?  Çi zirara daran ji wan re heye? Em naxwazin daristanên me bişewitînin. Li Cudî, Gabar û hemû deverên Kurdistanê daristan tên şewitandin. Bi kîjan hincetê daristanan dişewitînin. Bila destên xwe ji xwezaya me vekişînin.”   ‘Bîranînên me tune dikin’   Garîbe Bîlîr, bi lêv kir ku bi şewata li Çiyayê Cûdiyê re dîrok tê tunekirin û wiha berdewam kir: “Çiyayê Cudî ji bo me dîrok e. Zarokatiya me li wan daristan û gundan derbas bû. Bîranîn û jiyana me li wan daristanan derbas bû. Îro bi şewata daristanan ve bîranîn û jiyana me tên tunekirin. Bax û baxçe ji me re nehîştin. Em li ser vê axê mezin bûn. Em naxwazin bîranîn û jiyana me bê şewitandin. Banga me ji kesên berpirsyar ew e ku biçin şewatê vemirînin. An jî bihêlin bila gel biçe vemirîne. Em li ser wê axê mezin bûn.”   ‘Daristan bi jin û jiyanê ve girêdayî ne’   Aynur Elçîoglu jî diyar kir ku ew her roj bi şewata daristana Çiyayê Cudî  dest bi rojê dikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber daristanên me tên şewatandin em gelek xemgînin. Daristan bi jin û jiyanê ve girêdayî ne. Dema daristan tên tunekirin jiyan jî tê tunekirin. Niha hemû darên wê derê hatine şewitandin. Dema tu diçî wê derê darek tune ye tu di binî de rûnê. Cihê siyê jî nema. Cihê seyranê nema ye.  Dema Cudî dişewite dilê me jî pê re dişewite. Cudî rastiya jiyana me ye. Banga me ji dewletê ew e ku şewata daristanan vemirînin. Bila daristanên me neşewitînin û destên xwe ji xwezaya me bikişînin. Xweza û daristanan çi zirarê didin wan. Ew li cihê xwe diçin şitlan diçinin, lê  tên li herêma medaristanan dişewitînin. Ev nayê qebûlkirin. Li bajarên wan dema şewat dertê rayedar diçin vedimirîn, lê yên vir li ber çavên wan dişewitin û temaşe dikin. Bi destên xwe dişewitînin.”   ‘Çiyayê Cudî cihê şêr û egîdan e’   Rahmet Erdîn Agar jî ev tişt anî ziman: “Çiyayê Cudî cihê kalik û pîrikên me ye. Ji wan re wekî mîras maye û emanetî me kirine. Lê belê îro ew emanet ji aliyê dewletê ve tê şewitandin. Çiyayê Cudî navê wê û wateya wê gelek mezin e. Lê şewata ku ew derdixin nahêlin em biçin vemirînin. Dar û daristan ji me re nehîştin. Çiyayê Cudî cihê şêr û egîdan e. Mafê wan tuneye ku daristanên me bişewitînin. Dilê me diêşe tu tişt ji me re nehîştin. Çi mafên wan heye? Bila demildest vê şewatê vemirînin.”