Jinên Şirnexî: Cudî kezeba me ye 2020-09-11 09:03:41   ŞIRNEX  - Jinên Şirnexî, têkildarî şewata daristanan ya li Çiyayên Cudî, Gabar û herema Bestayê bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kir ku dema Cûdî dişwite kezeba wan jî pê re dişwite û bang li rayedaran kirin ku çareseriyek ji şewatê re bê dîtin.    Bi hatina havînê re li gelek bajarên Kurdistanê şewata daristanan hat destpêkirin û şewata ku dertê dawî lê nayê anîn. Cihên herî zêde ku şewat lê dertê jî yên wekî Şirnex, Lîce, Colemêrgê ne ku gelek caran li daristanên van herêmêan şewat derdikeve. Li herêmê di bin navê ewlehiyê û ji bo pêkanîna operasyonan gelek caran şewat ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi zanebûn tê derxistin. Herî dawî li Şirnexê şewat derket û şewata ku 4 rojan li 7 deverên Çiyayê Cûdî derketiye ji ber ku mudaxele lê nayê kirin belav dibe. Ji ber şewatê gelek dar, baxce û zevî şewitîn. Hikûmet ne dihêle ku şêniyên herêmê vemirînin  vê şewatê û ne jî ew bi xwe vedimirîne.  Li gorî daneyên hatin bidestxistin heta niha herî kêm  li Çiyayên Cudî, Gabar û herema Bestayê ji 40'î zêdetir qad hatine şewitandin. Jinên Şirnexê bertek nîşanê şewata li Çiyayê Cudiyê derket dan û xwestin ku demildest şewat bê vemirinan.   'Vî agirî vemirînin’   Ji jinên ku bertek nîşan dan Derya Kabul, anî ziman ku Çiyayê Cudî ji bo wan ne bi tenê çiya ye û ev tişt got: “Cudî ji bo me hebûn, mirad û dîrok e. Dema Cudî dişewite kezeba me jî pê re dişewite. Daristanên me bi awayek bêhiqûqî dişewîtinin. Jiyana me bi wan çiyayan girêdayî ye. Ev bi mehane li Çiyayê Cudî daristan tên şewitandin. Gundiyên li wan deveran debara xwe bi baxçeyan dikin. Lê belê ji ber şewata ku derket hemû rez û baxçeyên wan şewitîn û nahêlin ku tu kes biçe vemirîne jî. Em bang li rayedaran dikin ku ev şewat demildet bê vemirandin.”   Bila bes kezeba me bişewitînin   Gûlîstan Kabul a ku Çiyayê Cudî li hemberê wan dişewite û ji ber astengiyên leşkeran nikarin vemirînin,  da zanîn ku çiyayên wan bi zanebûn tên şewitandin û wiha domand: “Cudî xwedî dîrokeke kevnar e. Cudî hebûna me kurda  ye. Ji ber ku Cudî êş û eleme dizane. Cudî li hemberê me dike hawar. Cudî tim hawara me guhdar kir, divê îro em jî xwe bigihînin hawara wê. Lê em nikarin tu tiştî bikin, em tên asteng kirin. Gelek gundiyên li wê derê debara xwe bi zevî û baxceyan dikirin. Lê belê şewat li baxce û zeviyên wan belav bû û hemû pê re şewitîn. Gelek ajal jî ji ber vê şewatê mirar bûn. Çi mafê wan heye ku xweza û daristanên me dişewitînin. Hikûmet jiyana me asteng dike. Cudî îro bêxwedî maye û maye di destê dijmin de. Îro kesên Cudî dişewitînin, dixwazin hemû kurdên me ji wan gundan derbixin. Divê em dev ji Cudî û çiyayên xwe yên din bernedin. Em xwedî li çiyayên xwe derbikevin. Hem nahêlin ku em vemirînin û ew jî venamirînin.  Em êdî naxwazin ku dilê me bişewite. Em bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em dixwazin ku edalet bi cih were. Banga me ji hikûmetê û waliyê wê re ye bila vê şewatê vemirînin. Bila bes kezeba me bişewitînin.”   'Cûdî ji bo me çand, dîrok,hebûn û mirad e'   Herî dawî jina bi navê Aysel Kabul jî diyar kir ku şewata ne ehlaqî û wiha pêl da axaftina xwe: “Dewlet îro bi zanebûn daristanên me dişewitîne. Cihê jiyanê yê mirovan û ajalan hemû şewitandin. Cudî ji bo me çand, dîrok, hebûn û mîrad e. Çiyayê Cudî ji bo me kurdan gelek girîng e. Ji ber wê jî dewlet îro berê xwe da ye wê derê dişewitîne. Jiyana me tim li ser Çiyayê Cudî ye. Em dibêjin divê demildest şewat bê vemirandin. Dîroka me jî bi vî agirî re tê şewitandin. Çawa şewata Hatay û Edenê tê vemirandin, divê şewata vê derê jî bê vemirandin. Îro ew zihniyeta qirêj li ser erdnîgariyê jî xwe dide der û  û cudahiyê dikin navbera daristanan. Şewata daristanên bajarên tirkan tên vemirandin, lê yên vir nayên vemirandin. Şewata li daristanên me ji bo wan nexem e.”