Li Şirnexê şewat derket 2020-09-07 17:04:00       ŞIRNEX - Hat zanîn ku li Hezexê du cihan şewat derketiye.   Hat diyarkirin ku li çoltera gundê Kîwexê yê Hezexa Şirnexê şewat derketiye.   Li gor agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatin girtin, şewat ji ber agirê ku leşkeran pêxistiye derketiye. Hat ragihandin ku li şewata derket tu mudaxele nayê kirin û her ku diçe belav dibe.    Her wiha hat zanîn ku li çoltera gundê Basibirînê yê Hezexê jî şewat derketiye. Sedema şewata ku li wê derketiye nayê zanîn û her ku diçe belav dibe.