Li Çiyayê Cûdî şewat derket 2020-09-01 14:18:30   ŞIRNEX - Li herêma Geliyê Hirçan û Gilindor ên bi ser Çiyayê Cûdî ve şewat derket.    Li herêma Geliyê Hirçan û Gilindor ên bi ser Çiyayê Cûdî yê li miqabilî navenda Şirnexê şewat derket. Hat ragihandin her ku diçe şewat li herêma bi daristan belav dibe. Sedema derketina şewatê nayê zanîn û heta niha tu kesî mudaxileyî şewatê nekiriye.