‘Ne lehî û erdhêjê, AKP’ê kuşt’ 2020-08-30 09:09:51   Habîbe Eren   ENQERE - Di vîrûsa koronayê de êrîşa li hember xwezayê jî berdewam kir û di têkoşîna ekolojiyê de jî jinan li eniya pêş cih girt. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Yagmur Yurtsever diyar kir ku li Kîrazliyayla û Çapakli berxwedana jinan ji her kesî re bûye hêvî û got: “Têkoşîn û berxwedana ekolojiyê ji bo jinan qadeke din derxist holê.”   Li Tirkiyeyê di pêvajoya vîrûsa korona de li gelek bajaran hilweşîna ekolojiyê pêk hat. Bi biryara serokomariyê re li Edene 9 li Artvîn 1, li Bolu 3, li Erziromê 7 bi giştî 14 hezar donim erd ji ‘Qada zozanbûnê’ hat derxistin. Hat diyarkirin ku li Eskîşehîrê ji bo lêgerîna çavkaniya 9 jeotermalê ruhat wê bê dayîn. Li Ordu-Fatsa ji bo lêgerîna zêr faliyet dîsa hatin destpêkirin. Xîza gola Salda hat barkirin, li gelek cihan ji bo HES, RES û JES’an biryara cemawerîkirinê hat dayîn. Li dijî texrîbata xwezayê wek li Kîrazliyayla û Çapakli jin li eniya pêş li berxwe dan. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan Yagmur Yurtsever pêvajo nirxand.   ‘Naxwazin bidin jiyîn dixwazin bikujin’   Yagmurê got di pêvajoya pandemî de hilweşîna ekolojîk wek derfet hatiye dîtin û got: “Hikûmeta bi tu awayî pandemî bi rêve nebir, bi HES, JES û RES’ên ku zirarek mezin dide tenduristiya mirovan, ji talan û mirinan re qad vekirin. Naxwazin bidin jiyîn, dixwazin bikujin.”   ‘Ne erdhêj û lehiyê, AKP’ê kuşt’   Yagmurê karaseta lehiya li Gîresunê bibîr xist û got: “Behrareş herêmek zêde bi barane. Ev rastiyeke. Ji ber vêjî li çavkaniyên avê çêkirina înşat û bendavan biryara komkujiyê ye. Lê bi salane li Behrareş proje hatin kirin. Heman tişt ji bo Stenbolê jî derbasdare. Stenbol û Behrareş anîn rewşa gora komî. Divê em navê vê baş denynin. Ne lehî an jî erdhêj, hikûmet van komkujiyan dike.” Yagmurê daxuyakirin ku gelek rojek li pêş wane û ev rojev piranî yê enerjiyê ne û her wiha bi lêv kir ku divê erdhêja Stenbol, pisgirêkên Kanal Stenbol derkevin pêş.   ‘Berxwedana jinan bû hêvî’   Yagmurê di berdewamiya axaftina xwe de bakişand ser berxwedana jinan a li Kîrazliyayla û Çapakli û anî ziman ku berxwedana jinan hêvî daye her kesî û wiha got: “Berxwedan û têkoşînên ekolojîk ji jinan re qadê nû ava kir. Jin di her rewşê de rêbaza têkoşînê diafirînin. Baviksalarî û kapîtalîzm bi hevkarî qada jiyana jinan dagir dike. Me balkişand ser berxwedanên li Kurdistan, Behrareş, Ege, Marmara û gelek herêmên din. Hinek biçûk dimînin hinek bi hev re têkiliyê danaynin, hinek wek Heskîf û Çiyayên Kaz di rojevê de cih digirin. Divê em hewl bidin ku navbera berxwedanan de têkilî hebe. Têkoşîna ekolojiyê li alavên vê digerin.”