Li Zîlanê qada jiyana zindiyan tê tunekirin 2020-08-25 09:05:30   WAN - Bendavê li ser Geliyê Zîlanê tê çêkirin cureyên nebatên tune dike, kalyon jî heybeta xwe ya berê winda dikin.   Li navçeya Erdîş a Wanê di 13’yê tîrmeha 1930’î de li herêma Geliyê Zîlanê 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Zîlan ku di hişê gel de cihekî girîng digire vê carê jî ekosîstem tê tunekirin.   Li Geliyê Zîlanê di 2014’an de ji bo çêkirina Santralên Hîdroelektîrîkê (HES) xebat hatin destpêkirin û li ser serlêdanan rêxistinên hawirdor û gundiyan bi biryara Daniştayê hat rawestandin. Di 2015’an de bi biryara 6’emîn Daîrya Daniştayê re projeya HES’ê hat sekinandin û bi vîrûsa koronayê re ji nûve hat destpêkirin. Bi HES’ê tên çêkirin re xweşikahiyên xwezayî yên Zîlanê û kalyonên xwezayî tên tunekirin, cureyên endemîk yên ji aliyê UNESCO’yê ve ketibûn bin parastinê û cureyên zindiyan tên tunekirin.   Zêdebûna fosfat û azotê bû sedema zêdebûna qirêjiyê   Bendava Koçkopru ya ku ji sê aliyan çem digihîne hev, hilberîna ceyranê ya 25 salan dike. Ji ber bendava ku ji çemên diherike hewzaya Gola Wanê, koçberbûna masiyê kefala încî yên berbi avên şîrîn ve asteng kir. Çemê Zîlanê di heman demê de ji samurên avê, beqên semender yên bi deq re jî malovahiyê dike, gîhayê di gola bendavêde zêde bû jî ji ber fosfat û azotê qirêjiyek mezin jî bixwe re tîne.   Texrîbatên bendava 25 sal berê hatiye çêkirin tên dîtin û zêdebûna hejmarên HES’ê yên li Zîlanê jî rastî bertekên ekolojîs û gelê herêmê tê. Avên çavkaniya xwezayî yê herêmê jî bi HES’an re ziwa bû. Avên ji kanyonan diherike Gola Wanê jî bi ax in.