Keleha Gêlê li benda paqijkirinê ye 2020-08-19 09:02:13   AMED - Keleha Gêlê ku li Kurdistanê xwedî dîroke kenar e, ji ber ku nayê parastin der û dora wê bûye wekî gelaşxaneyê û nayê paqijkirin.   Keleha Gêlê ji hêla dîrokî û çandî ve li bakurê Kurdistanê yek ji  cihê jiyanê yê herî kevnar e. Keleha ku li devê Çemê Dîcleyê ye û bi hezaran salan ji şaristaniyan re mazuvanî kiriye tevî ku nehatiye parastin dîsa jî ji nava dîrokeke kevnar xwe gihandiye heta roja me ya îro.  Keleha Gêlê ji aliyê Asuriyan ku li ser xaka Mezopotamyayê bi cîh bûne hatiye avakirin. Her wiha gelek çavkanîyên Asur, Hîtît û Misrê jî diyar dikin ku keleh ji aliyê Asuriyan ve hatiye avakirin.  Keleha ku kêleka Çemê Dîcleyê ye li ser çiyayekî mezin hatiye avakirin.  Li aliyê  rojhilat ê kelehê dîwarek du qat û şûnwarên kelehê hene. Li kelehê 177 pêlik hatine çêkirin û ew pêlik jî girêdayî Çemê Dîcleyê ne.   ‘Der û dora kelehê tijî gelaş e’   Dora kelehê bi du sûran hatiye dorpêçkirin. Sûra aliyê hundir hê jî li ser piyan e. Beşek ji sûra derve jî bi hêsanî xwe nîşan dide û mirov dikare lê temaşe bike.  Her wiha  sarinç û tûnelên ku di hundirê kelehê de ne ji ber neparastinê bi gelaşê hatine tijîkirin. keleha ku der û dora wê jî tijî gelaş e nayê paqijkirin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku wan ji bo keleh bê parastin çend caran serî li rayedaran dane lê serlêdanên wan bê encam mane. Mixabin Keleh niha bûye warê kesên ku maddeyên hişbir bi kar tînin û serxweşan.    'Defîneger cihên dîrokî texrîb dikin'    Di heman demê de der û dora Kelehê jî gelek cihên dîrokî hatine texrîpkirin. Tê gotin ku berê gundekî ermeniyan li nêzî kelehê hebûye lê niha ew gund hatiye tunekirin, tenê ji bermahiyên dêra ku tê gotin ya ermeniyan e û kevirên dîrokî ku wekî bermahî mane mirov zane ku li vê derê gundek hebûye. Şêniyên li herêmê îdia kirin ku ew kevirên dîrokî yên gund û dêrê ji bo çêkirina mizgeftan hatine bikaranîn. Di heman demê de tê diyarkirin ku gelek cihên dîrokî ji aliyê defînegeran ve jî hatine xirakirin û tên xirakirin. Her ku diçe Keleha Gêlê û cihên dîrokî yên der û dora kelehê tên texrîpkirin û keleh nayê parastin.