'Mûnzûr Baba ne cihê rantê û siyasetê ye' 2020-08-11 12:34:43   ENQERE - Kongreya Avakirina Dersimê, ji bo projeya ku tê xwestin li Avzêmên Dersimê bê çêkirin banga çalakiya nobetê kir.    Kongreya Avakirina Dersimê, derbarê projeya ku tê xwestin li Avzêmên Dersimê yên li navçeya Pulurê ya Dersimê bê çêkirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Kongreyê, diyar kir ku ji 40 avzêman av dertê bi polîtîkayeke sistematik tê xwestin ku Mûnzûr Bana ji holê bê rakirin.    'Dixwazin civakê bê nasname bihêlin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Cihê ku ji bo Dêrsimiyan pîroz e û di nava salê de bi hezaran kes diçin serdana wê di bin navê "bikeskirina der û dorê" li ber çavên cîhanê tê tunekirin. Tiştê ku tê tunekirin "bawerî, dîrok, çan û ziman e". Dixwazin civakê bê nasname bihêlin."   'Bila herkes rêzdar be'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bila herkes li hember parastina xwezayê rêzdar be. Diyar e rayedarên dewletê dixwazin çi bikin. Di destpêkê de ava Munzur Baba kirin alava bazirganiyê û derbeya yekem li Dêrsimê xistin. Piştre li mekana pîroz maseyên alkolê vekirin. Niha jî di bin navê "bikeyskirina der û dorê" dixwazin bizmarê dawî li darbestê bixin. Bila herkes rêzdar be."   'Mûnzûr Baba ne cihê rantê û siyasetê ye'   Herî dawî wiha hat gotin:" Mûnzûr Baba ne cihê rantê û siyasetê ye. Tenê bi çalakiyên li ser medyaya civakî cihê pîroz Mûnzûr Baba nayê parastin. Em hemû siyasetmedar, hunermend, rêxistinên civakî û gel dawet dikin ku piştgiriyê bidin nobetê. Em fermana ji bo Mûnzûr Baba hatiye dayin bidin rawestandin."