Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristana Girê Milka Tîkerê ket 2020-08-10 15:26:37   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî agir bi Girê  Milka Tîkerê ket.   Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristana Girê Milka Tîkerê ket. Hat diyarkirin ku ji ber gulebarandina eskeran şewatê rû daye û li herêmê belav dibe. Hat destnîşankirin ku li qada ku şewatê lê rû da baregeha eskerî heye û bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.    Di heman demê de, di rojên derbas bûyî de jî, eskerên derketibûn operasyonê agir berdabûn herêmên bi daristan ên Çiyayê Cûdî û bi hezaran dar xelî bibûn.    Li aliyê din, şewata berî 4 rojan li Çiyayê Gabarê rû da jî, duh di saetên şevê de ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.