Welatiyan agirê bi Gebarê ketibû vemirandin 2020-08-10 09:48:16   ŞIRNEX - Hat hînbûn ku agirê bi Çiyayê Gebarê ketiye û ev 4 roj in dewam dike ji aliyê welatiyan ve hatiye vemirandin.    4 roj berê agir bi Gundê Dêşta Lela yê Çiyayê Gebarê yê Şirnexê ket. Agirê bi Çiyayê Gebarê ketiye û ev 4 roj in dewam dike ji aliyê welatiyan ve hatiye vemirandin. Agirê ku rayedaran mudaxale nekiribûn heta Gundê Mêdin Dêreşo belav bûbû.