‘Em Mûnzûrê nadin kesî’ 2020-08-06 09:07:08   DÊRSÎM - Dêrsimiyan bertek nîşanê ku Avzêmên Mûnzûrê ji îhaleyê re hatiye vekirin dan û gotin: “Mûnzûr Baba û Avzêmên cihên ku em ji zarokên xwe re wek mîrate bihêline. Em ê berxwe bidin, em ê destûr nedin ku zirarê bibînin.”   Avzêmên Mûnzûrê yek ji cihên pîroz yê Dêrsimiyê ye û qada sît ya xwezayiye, bi tehdîda tûnebûnê re rû bi rûye. Bi destê desthilatdariyê re bi çêkirina bendav û santralên hîdroelektîrîkê xweza tê qetilkirin. Yek ji cihên qada sît ya bajar Avzêmên Mûnzûrê yên Pilûra Dêrsîmê ye. Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Tunceliyê ya Navendî di meha hezîranê de bi îhaleyê ji rantê re vekir. Bi îhaleyê re tê armanckirin ku herêm ji turîzmê re bê vekirin. Lê gelê herêmê li dijî projeyê bertek nîşan didin. Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê li dijî îhaleyê serî li Dadgeha Îdarî ya Erziromê da. Dêrsimiyan derbarê talankirinê de nêrînên xwe anî ziman.   ‘Avzêmên Mûnzûrê pîrozin’   Ji gundê Gozeler Hatîce Çelîk got çavîn ji bo wan gelek pîrozin û wiha got: “Efsuna avzêmên efûneke ji bo me pîroz e. Wir cihê îbadeta ye. Wê ji dest me digirin. Dixwazin veguherin navenda bazirganiyê. Divê li dijî êrîşên li hember xwezayê têkoşîn bê dayîn.”   Hatîceyê der barê îbadetên li çavînan dikin de axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû gundî di cejna Qurbanê de tên cem hev û li wir qurbanê didin. Em duayên xwe dikin çirayên xwe pê dixin. Wir perestgeha me ye. Her kes tê wir duayên xwe dike. Baweriya me pê mezine.”   ‘Bila dest nedin Mûnzûra me’   Gulîzar Çelîk jî bertek nîşanê îhaleyê da û wiha got: “Bila dest nedin Mûnzûra me. Kepçeyê li wir bixin wê xweşikaya wê winda bibe. Em wisa kêfxweşin, em naxwazin bên vir otelan çêbikin. Bila wisa xwezayî bimîne. Bila gundê me rehet berdin.”   Huru Şengul jî berteka xwe wiha anî ziman: “Yekane daxwaza me eve ku Mûnzûr wiha bimîne. Bila qirêj nekin tiştekîn din nekin. Ji bo me gelek pîroze. Em duayên xwe li wir dikin. Em qurbanên xwe li wir didin.”   ‘Em ê li ber xwe bidin'    Elîf Yildiz diyar kir Mûnzûr ya me ye kesî neda me û wiha pê de çû: “Mûnzûr cihê me ye. Mûnzûr baba em nadin kesî. Em li vir mirin. Mûnzûr baba û avzêmên cihên ku em ji zarokên xwe re mîrate bihêline. Niha dixwazin hinek tiştan bikin. Em destûr nadin vê.”