Çiyayên Kazê: Ev ne mijara ax û avê ye, parastina jiyanê ye 2020-08-06 09:05:06   Melîke Aydin   ÇANAKKALE - Parêzvanên jiyanê yê li dijî komkujiya xwezaya li Çiyayên Kazê berxwedanê didomînin got ev têkoşîn ne têkoşîna salekê ya 10 salan e û gotin: “Divê em li dijî tunebûna xwezayê, parastinê bikin. Parastina jiyanê ev e. Ne tenê mijara av û axê ye. Em ê vê di nav demê de hemû bibînin.”   Firmaya Kanadayî Alamos Gold û hevkarê wê yê herêmî Dogu Bîga Madencîlîk ku dixwazin li Çiyayên Kazê faliyeta lêgerîna siyajur madena zêr bike, rastê bertekên ekolojîstan û gelê herêmê hatibûn û li dijî vê berxwdana ‘ Nobeda Av û wijdanê’ dabûn destpêkirin. Berxwedan saleke didome. Endamên Piştevaniya Çiyayên Kazê Melîs Tantan û Ferzan Aktaş der barê mijarê de axivîn.   Ferzan Aktaş got çalakî bi banga komîteya koordînasyon û şaredariya Çanakkaleyê dest pê kiriye lê di esasê de ev pêvajoyek 10 salen e û got: “Têkoşîna hiqûqî ya li herêmê li pêvajoyê belav dibe û winda dibe. Di 26’ê Tîrmehê de bi banga ‘Çiyayê Kaz ya me ye’ nobet hat destpêkirin. Ji bo parastina wê jiyanê bang hat kirin. Yên mereq kirin û hatin wir jî êdî neçûn. He roj protesto hatin kirin lê berdewam nekirin.”   ‘Li her derê talan heye’   Ferzan got 13’ê cotmehê dîroka nûkirina rûhsata kargeriyên 10 salan bû û got ev bi saya nobetê nehatiye nûkirin. Ferzan wiha berdewam kir: “Li her derê qiyamet radibe. Li Behrareş, li Heskîfê… Di heman demê de li her derê talan mijara gotinê ye. Çiyayên Kazê jî cihekî gelek girîng e. Ne tenê kezeba Tirkiyeyê ya Ewropayê ye jî. Ji ber têkoşînek dirêj bû mirov dem bi dem hatin. Şaredarî ji ber li pêş bû, mirovan xwe ewle hîs kir. Ji ber vê gelek kes hatin çalakiyê. Lê her roj mixabin li cihekî talan heye. Mirov her tim nikarin li Çiyayê Kazê binêrin. Gelê herêmî jî her tim nikaribû piştgirîyê bide. Ji her alî Tirkiyeyê piştî ji bo Çiyayê Kazê didome.”   ‘Gundî êdî tirsiyane’   Ferzan balkişand ser gundiyên herêmê û wiha pê de çû: “Gundiyên derdorê her tiştî dizanin. Mirovên ku berê diqewirandin niha dikarin bêjin ‘temam’. Ji ber êdî tirsiyane, westiyane û pirsgirêkên aborî mezin in. Ji çandiniyê nikarin debara xwe bikin. Tevî ax gelek dewlemend e jî ji ber polîtîkayan qezenca wan tune ye. Pêvajoya pandemiyê jî wek herkesî bandor li ser wan jî kir. Her kes nikare berê xwe bide Çiyayên Kazê. Pergal jî tenê ji bo şîrket pere qezenç bikin hene. Hemû jiyan tune bibe jî ew dibêjin erê.”   ‘Şîrket pêşeroja me digirin’   Melîs Tantan jî nêrînên xwe anîn ziman û behsa tevlîbûna xwe ya têkoşînê kir û got: “Ez tevlî têkoşînê bûm û min her tişt bi eşkere dît. Ger em ji wir veqetyabûna wê şîrketê hewza siyanurê ava bikira û madena zêr pêk bianiya. Ji ber vê me dest ji wir nekir. Hesabê berpirsyarî û wijdanê heye. Ji bo şîrketên biyanî ev der bihuşta karê ye. Tirkiyeyê Qanûna madenvaniyê kir rojevê û ev xist meriyetê. Maden ji bo şîrketan pir bi kar e lê ji bo gel tu fêdeya wê tune. Şîrketên zêr, zêrên xwe digirin û diçin. Ji me re jî hewzên siyanûrê û azota dertê holê, çavkaniyên qirêj dihêlin. Yanî pêşeroja me digirin. Yanî operasyoneke diziyê ye.”   ‘Mafê jiyanê ya her zindiyî heye’   Melîsê di berdewamiyê de balkişand ser tevlîbûna têkoşîna welatiyan û got divê ew xwezayê biparêzin û got ev parastina jiyanê ye, ne mijar ax û avê ye ev parastina jiyanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sewal nikarin mafê xwe biparêzin, dar nikarin bêjin me nebirin. Lê mafê jiyanê yê her canê heye. Ji ber vê jî em ji vê re dibêjin parastina jiyanê.”