Qetlîama xwezayê bi heskîfê re bi sînor nema 2020-07-27 09:02:04   Medya Uren   ÊLIH - Duh xwezaya Heskîfê hat qetilkirin û îro jî qetlîama daran li Esentepeyê pêk tê. Li ser girê herî bi dar ê Êlihê dar hatine birîn û mizgeftek mezin tê çêkirin. Melek Atalay di vê derbarê de berteka xwe nîşan da û got ev qetlîam li her deverê Tirkiyê pêktê û wê xweza tola xwe ji me hilîne.   Dewleta tirk ku bi rêya bendav, HES û rêyên cur bi cur çav berdaye dîrok û xwezaya Kurdistanê bê navber qetlîamên mezin ên xwezayê li ser vê erdnîgariyê pêk tîne. Li Êlihê bi çêkirina bendava Heskîfê re dîroka milyonan salan cihê herî bi bereket yê çandiniyê ê wekî Sêgirka di bin avê de hat hiştin û hat tunekirin. Bi hezaran kes ji ber van sedeman neçarî koçberiyê hatin kirin. Îro jî li girê bi navê Esentepeyê ku cihê herî bi dar yê Êlihê ye bi sedan dar hatin birîn û li cihê wê mizgeftek mezin hat çêkirin.   Nunera Odeya Plansaziya Bajêr a Êlihê Melek Atalay têkildarî qetlîama xwezayê û encamên ku biafirîne ji ajansa me re axivî.    ‘Mirov ji xwe û ji xwezayê re penceşêra mezin e’   Melek Atalay dema qala qetlîama xwezayê kir xwest di destpêkê de balê bikişîne ser wateya xwezayê û wiha got: “Weke ku di zimanê kurdî de ji hemwateya peyva xweza dibe destpêk. Ango xweza bi xwe çêbuye û ne mihtacê tu kesî ye. Landiktî ji hemû demên jiyanê re kiriye, bi xwe hildiberîne û hertim nu dibe. Ji mirovan cuda ye.  Ji ber ku mirov bi xwe jî berhemek a xweza ew afirandine. Mixabin niha ev berhem zerarê dide xwezayê. Rexmê ku xweza xwedî hêzek mezin e ji gelek hesas e û ev ji dibe sedema wê ku zû bimire. Mirov jî di ferqê de yan jî ne di ferqê de tişta dixwaze dike û hevsengiya xwezayê xira dike.Bi vî rengî mirov ji bo xwezayê û ji bo xwe jî dibe penceşêr.”   ‘Kausa Çernobil ne ya yekem ne ji bu ya dawîn’   Melekê got ji wêrankirina xwezayê encamên xirab digihêjin destê me û ya xerab rexmê wê jî em hîna vê wêrankirina xwezayê didin berdewamkirin. Melek wiha qala zirerên ku mirov didin xwezayê kir: “Em zirerên ku mirov didin bi gotinê xilas nakin. Ya herî berbiçav em dikarin bêjin bi tiştên kirine re bune sedema xirakirina hevsengiyên weke, demsal, hewa, germahiya global, erdhej, lêhî, tunebûna nifşan, tunebuna daristanan, tunekirina cureyên zindewaran û ev ji tê wateya kuştina cureyên zindiyan ê mayî. Pirsa herî girîng ku em ji xwe bikin jî ew e ku ev tişt hemû di oxira çide pêkhat? Sedemên wê yên herî mezin kapîtalîzm, azweriya pere, azweriya qezenceke bêhtir, sedemên polîtîk, hevrikiya çekan û ji bo vê jî bidestxistina kanzayan û ji bo şer pêk hat. Ev hemû ji bi taxrîpkirina xwezayê re hatin kirin û mixabin zirarên ku vegera wan ne pêkane hatin dayîn. Em kareseta Çernobilê ya ku di 1986’an de rudaye bi bîr bînin. Bi hezaran salan e bandora wê berdewam dike û em dibêjin gelo hêja bû? Tenê ji bo pêwîstiya enerjiyek biçuk çêbû û bersiva çima çêkirine ji ewqas hêsan e. Lewra hevpeymanên navneteweyî yên tên kirin jî hemû weke îmzayek şil li hewayê dimînin. Ango nayên pêkanîn.”   ‘Heskîf bu qurbana înada siyasî’   Melekê bi Heskîfêre gotina xwe da berdewam kirin û wiha axivî: “Welatên ku ber bi pêşketinê ve gavê diavêjin hemû ji heman rjiyê bi kar tînin. Li Tirkiyê jî ji bo vê bidest bixin li ser havizaya Dîcleyê bendav dan çêkirin. Bi destpêkirina projeya binavkirina Heskîfê re herkesî bertek nîşan da. Lê dest hatin jêkirin û guh ker kirin. Ka em temaşe bikin ji bo çi hatiye çêkirin ev bendav. Ji bo aborî, faliyetên çandinî, ji bo turîzmê û ji bo bidestxistina enerjiyê tê çêkirin. Lê ji bo Heskîfê em nikarin qala destkefitiyan bikin. Li dijî wê zirerên ku dane em dikarin rêz bikin. Di aliyê aborî, turîzm û çandiniyê de bû asteng û wêrankirinê. Raste rast Heskîf bû qurbana rika sîyasetê û bi taybet hat ew bendava ku Heskîfê tune kir hat çêkirin. Rexmê hemû çalekî, şer, rapor û hemû redkirinan çêkirina bendavê vê dide nîşankirin. Ger ku ev bendav nehata çêkirin wê wendahiyek ya enerjiyê çênebûya. Em ji bendavê re nebûn astng û em hemû ji bi bendavê re hatin binavkirin.”   ‘Heskîf û qetlîamên berdewama wê cihê şermê ne’   Melekê bi zirerên ku bendav didin re berdewamî da axaftina xwe û got: “Bi demê re ev bendav dibin sedemên pirsgirêkên mezin yên ekolojîk. Aluvyonên ku li ser ruyê ardê kombûne bi demê re berhemdariya erdê ji kêm dikin û nifşên zindiyan ji ber bi tunebunê ve dibin. Lawir û xweza tên qetilkirin û cardin mirov zirerê ji dibînin. Bi hezaran kes ji ber HES û bendavan neçarî koçberiyê dibin. Lewra xweza nikare koçî cihek din bike. Niha zirerek mezin gihişt me, em ê di demên pêş de bandorên wê hîn bêhtir bibînin. Ev tiştên ku me rêz kirine tenê ji bo qetilnekirina xwezayê sedemin. Lê hertişt hat îhmalkirin û pêwîstiya me ya bi bêhna xwezayê hat tunekirin. Di aliyê dîrokî de jî qetilkirinek mezin pêk hat. Cihekî ku dîroka wê heta 12 hezar salan dirêj dibe qurbana bendavê hat kirin. Ev ne tenê dîroka me, ya hemû mirovahiyê bû.  Piştî çend salan hunê çawa bersiva van betonan û wêrankirinê bidin gelo. Heskîf û îro di berdewama wê de xwezaya tê qetilkirin cihê şermê ne.”   ‘Cihê herî bi dar beton kirin’   Melekê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser darên ku li Esentepeyê hatine birîn û wiha got: “Gotinek heye dibêjin ‘dema dibe zivistan, darên ku ji mirovan re dibin sîber tên jibîrkirin.’Ev di rastiyê de hertiştî vedibêje, ji bo em li hemberî xwezayê ne nankor bin. Di Êlihê de mixabin em parve bikin serê mirovekî darek nakeve. Lewra di havînê de ji bo bêhna xwe bidin herkesî xwe dispart Esentepeyê. Li cihekî wisa mezin birîna daran û betonkirina wê ne rast e. Ev texrîpkirina xwezayê bi rêyên bê dad tên kirin û ev ji bi qetilkirina daran re pêk tê. Em hêvîdarin ku ev şaşitî êdî berdewam nekin û zu înşaetê bidin rawestandin. Divê Esentepe xwezayabûna xwe biparêze û ji bo gel bimîne. Ev li gorî berjewendiyên hemû civakê ye.”