Agirê bi Çiyayê Cûdî ket belav dibe 2020-07-21 09:15:18   ŞIRNEX-Agir bi Çiyayê Cûdî yê ku operasyon lê hat destpêkirin, ket û agir belav dibe.   Hefteya borî bi hezaran leşkerî operasyon li Çiyayê Cûdî hatibû destpêkirin. Di encama operasyonê agir bi Çiyayê Cûdî ket û agir belav dibe. Hat diyarkirin ku agir bi taybet li aliyê Gundên Nevava, Cifaneyê yên komkujiya daran lê pêk tê belav bûye.    Li gor çavkaniyên herêmî tê gotin ku tevî hemû serîlêdanan mudaxaleyî agir nayê kirin.